Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku di encama topbaranên komên çekdar de 4 leşkerên Rûsyayê jiyana xwe ji dest dan û 5 din jî birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Berevaniya Rûsyayê di encama êrîşa komên çekdar de li bajarê Dêrezorê 4 şêwirmendên leşkerî yên Rûsyayê mirine, 5 jî birîndar bûne.
Di daxuyaniya Wezereta Beravaniya Rûsyayê de tê gotin duh evarê li parêzgeha û du leşekerên din jî di nexweşxanêya leşkerî a artêşa Rûsyayê li Sûriyê jiyana xwe ji dest didin û 7 şêwirmendên leşkerî jî birîndar bûn.
Leşkerên birîndar rakirin nexweşxaneyê lê li tevî hemû midexaleyan 2 leşkerên din jî canê xwe ji dest dane.
Di berdewamaiya hema daxuyaniyê de tê destnîşan kirin Hêzên artêşa Sûriyê bi alîakariya şêwermendên leşkerî ên artêşa Rûsyayê beşdarî şerê komên çekdaran kirin û şerê di navbera herdu aliyan de nêzikî saetekê berdewam kiriye.
Herwiha hat ragihandin ku 43 milîtan bi 6 wesayitên xwe û çekên xwe hatine jinavbirin.

