Hate ragihandin ku li başûrê Îranê, eyaleta Hurmuzganê, bajarê Mînabê, 2 kesên ji Hêza Ewlekariya Hundurîn hate kuştin.
Alîkarê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundurîn mîralay Mûhammed Şerîfî, daxuyanî da û diayr kir ku, li bajarê Mînabê komek çekdar êrîşî Hêzên Ewlekariya Hundurîn kirine.
Mûhammed Şerîfî diyar kir ku, endamên ewlekariyê Halîl Mahmûdî û Ahmed Cazînî hatine kuştin û du leşker jî birîndar bûne.
Mînab, li rojhilatê Bender Abbas a navenda Hurmuzganê ye.

