Der barê encamên 24’ê hezîranê yên ku bi awayekî fermî hîn teqez nebûne Raportorê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê Kati Piri got ku astengiya dawî ya li pêşiya rejîma serokatiyê ya ne demokratîk jî rabû
Raportorê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê Kati Piri encamên hilbijartinên 24’ê hezîranê yê li Tirkiyeyê yê ne fermî nirxand. Kati Piri bi bîr xist ku li Tirkiyeyê di bin rewşa awarte de hilbijartin pêk hatiye û wiha got: “Serokkomar Erdogan di warê hilbijartina serokatiyê de bi ser ket. Astenga herî dawî ya li pêş rejîma serokatiyê ya ne demokratîk jî rabû.”
Kati anî ziman ku derbaskirina bendê ya HDP’ê serkeftinek mezin e û wiha domand: “Tevî hemû şert û mercên ne wekhev û di bin rewşa awarte de, Erdogan di hilbijartina pêşwext de bi ser ket. Astengiya dawî ya li pêşiya rejîma serokatiyê ya ne demokratîk jî rabû. Ev sîstema ne li gor muzakereyên Yekitiya Ewropayê ye.”
Muhalefet serkeftî ye
Kati bal kişand ser rêjeya ku muhalefet bi dest xistiye û ev nirxandin kir: “Em ê bibînin ka Erdogan soza xwe ya rakirina OHAL’ê û hiqûqa bi adalet bîne cih an na. Li girtîgehan bi deh hezaran mirov li benda darizandinek bi edalet in. Encamên yekem nîşan dide ku muhalefeta siyasî ya li Tirkiyeyê serkeftî ye. Divê Yekîtiya Ewropayê tenê wekî mevkîdaş Erdogan nebîne.” Li aliyê din gelek siyasetmedaran jî bal kişand ser hêza muhalefetê.

