Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas ji bo rakirina Rewşa awarte bangî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan kir.
Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas li Luksemburgê di axaftina xwe ya civîneke Yekîtiya Ewropayê de ji bo rakirina Rewşa Awarte bangî Serokomar Erdogan kir û got: “Di dema herî mimikin de rakin.” Li Tirkiyeyê piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmeha 2016an ve Rewşa Awarte tê sepandin.
Heiko Maas di berdewamiya axaftina xwe de got: “Gaveke wiha ya Erdogan ji xeyrî pêşveçûna têkiliyên Tikriye-Almanya dê bibe sedema pêşxistina têkiliyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê jî.”
Wezîrê alman di dirêjiya axaftina xwe de got: “Ev gaveke pêş e, lê gelekî girîng e.”

