Hevserokê giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî anî ziman ku desthilatiya AKP’ê bi dijminatiya kurdan re dixwaze desthilatdariya xwe biparêze. Temellî got ji ber ku Kobanê neket, dewleta tirk niha êrîşî kantona Kobanê dike.
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî û parlamenterên HDP’ê Feleknas Uca û Necdet Îpekyuz di çarçoveya xebatên hilbijartina herêmî de îro li Êlihê serdana welatiyan kir. Di serî de şande çû serdana malbata hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Êlihê Nîzamettîn Toguç ku demek berê hatibû girtin û piştre jî malbatên girtiyan ziyaret kirin.
Di serdanan de Sezî Temellî axivî û geşedanên dawî nirxand. Temellî di serî de bal kişand ser girtinên dawî yên li Êlihê û wiha got: “Desthilatdarî bi van operasyonan kampanyaya xwe ya hilbijartinê bi rê ve dibe. Ji destê wan were dê HDP’iyekî jî li derve nehêlin. Ew jî dizanin ger hilbijartineke demokratîk pêk bê dê têk biçin. Ji bilî hedefnîşandan û girtina hevalên me, tiştekî din nakin. Lê Tirkiye dê êdî neyê vê lîstikê. 24’ê hezîranê nîşaneya vê ya herî mezin e.”
‘Jiyana demokratîk tune kirin’
Temellî di berdewamê de jî bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên li ser rojhilatê Firatê û ev nirxandin kir: “Li Rojava hemû gel bi hev re dijîn. Kurdan bi gelên din re li vir çareseriya demokratîk xistiye meriyetê. Li navenda aştiyê Efrînê niha jî çeteyên OSO’yê hene. Jiyana demokratîk a gelan nema. Niha jî dixwazin heman tiştî ji bo tevahiya Rojava bikin. Dixwazin axa Rojava weke dijmin nîşan bidin. Bi neçareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê re dixwazin desthilatdariya xwe bidomînin.”
‘Bi dijminatiya kurdan re dixwazin desthilatiya xwe biparêzin’
Di berdewamê de jî Temellî bal kişand ser civîna çaralî ya li Stenbolê û ev tişt anî ziman: “Li Stenbolê li ser maseyê rûniştin lê Sûriye li wir nîne. Em çareseriyeke aştiyane û civakî dixwazin. Dixwazin li ser tunekirin û dijminatiya kurdan desthilatdariya xwe bidomînin. Sibê salvegera 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê ye. Lê îro bi tank û topan êrîşî Kobanê kirin. Yên digotin ‘Kobanê ha ket ha dikeve’ dîtin ku Kobanê nakeve. Ji ber wê jî êrîş dikin. Ger em li Kobanê biserneketina, niha DAIŞ li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê serwer bûya.”
‘Divê em herêmê ji qeyûman paqij bikin’
Hevserokê giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di dawiya axaftina xwe de jî wiha got: “Divê em hemû bên cem hev û bi hêz bikevin hilbijartinê. Em ji bo diyarkirina namzetan rêzê nîşanî îradeya gel bidin. Ger em têk biçin, dibe ku di pêşerojê de êdî alternatîfeke weke hilbijartinê nemîne. Desthilatdarî tenê bi rêya qeyûman li herêmê maye. Divê em qeyûman ji vir paqij bikin.”

