Serokê Lijneya Asayişa Niştimanî yê li Parlementoya Îranê Elaedîn Birucêrdî ku niha li Sûriyê ye ragihand, Îran dê bersiva her şerxwaziyeke Îsraîlê bide û got: “Tirkiyê destdirêjî kiriye ser axa Sûriyê û divê demildest leşkerên xwe vekişîne.”
Elaedîn Birucêrdî ku ji roja duşemê ve li Şamê ye, di civîneke çapemeniyê de ragihand ku Tehran mafê xwe yê ji bo bersivdana her êrişeke “rejîma siyonîst” a li hember hebûna xwe ya li Sûriyê diparêze. Birucêrdî diyar kir ku ew ê di dem û cihekî guncaw de bersiveke pêwîst bidin Îsraîlê.
Birucêrdî herwiha behsa rêkeftina atomî û guvaşên Trump kir û got: “Binpêkirinên dubare yên Trump ên li hember rêkeftina atomî, nebaweriya vî welatî li ser asta navdewletî derdixe holê.”
Li ser êrişên Amerîka, Fransa û Brîtanyayê yên ser Sûriyê, Elaedîn Birucêrdî got: “Wan sê welatan ji bo neîstiqrarkirina herêmê destdirêjî kirine ser Sûriyê daku piştîneyeke ewlehiyê ji bo rejîma siyonîst Îsraîlê çêbikin.”
Elaedîn Birucêrdî êrişên Tirkiyê yên ser Efrîn û Rojavayê Kurdistanê ku ew weke bakurê Sûriyê bilêv dikin, weke destdirêjiya ser axa Sûriyê bi nav kir û got: “Her şêwe hebûnek li Sûriyê, bêyî hevahengiya li gel hikûmeta Beşar Esed, li gor yasayên navdewletî, bi her hincetek destdirêjiya ser axa Sûriyê ye û divê leşkerên Tirkiyê demildest axa wî welatî terk bikin.”
Serokê Lijneya Asayişa Niştimanî ya Îranê yê li Parlementoya Îranê herwiha got: “Komara Îslamî ya Îranê ji destpêka qeyrana Sûriyê ve li dijî siyaseta Tirkiyê bûye û bi her endazeyek ew siyaset kêm bûye ber bi aştiyê ve û danûstan hene ku em pêşwazî lê dikin.”