Berdevkê Hêzên Çekdarî yên Îranê Ebulfezil Şikarçî daxuyaniyek da û ragihand ku rêzdayîna serweriya welatên cîran ji bo Îranê pîvanek e û daxuyaniyên rayedarên Tirk ku dibêjin wê Îran ji bo operasyoneke li dijî Qendîlê hevkarî bike red kir.
Serokkomarê Tirkiyeyê Erdoxan îdia kiribû ku wan dest bi operasyona Qendîlê kiriye û hinek rayedarên din yên Tirk jî ragihandibûn ku wan ji bo operasyoneke li dijî Qendîlê alîkarî ji Îranê xwestine.
Têkildarî vê mijarê Berdevkê Hêzên Çekdarî yên Îranê Ebulfezil Şikarçî daxuyaniyek da û diyar kir ku rêzgirtina li serweriya welatên cîran ji bo wan pîvanek e û got, “Hikûmeta Îranê bi bahaneya şerê dijî terorê tu carî serweriya welatekî din binpê nake.”
Şikarçî her wiha li gotegotên dewleta Tirk ku dibêjin wê Îran jî tevlî operasyona li dijî Qendîlê jî bibe nerazîbûneke tund nîşanda û got ku ew van îddîayana red dikin.
Wezîrê Parastinê yê Tirkiye yê Nuredîn Canîklî diyar kiribû ku Îran û Tirkiye ji bo operasyoneke li dijî Qendîlê lihevkirine.

