Girtiyê nexweş Koçer Ozdal ku ev demek dirêj bû li Nexweşxaneya Numune ya Enqereyê dihat dermankirin, di danê sibehê de jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku piştî karên fermî dê malbata Ozdal cenazeyê wî li Mûşê defin bikin.
Nexweşê penceşêrê yê girtî Koçer Ozdal (65) ku ji 19’ê tîrmehê ve li Nexweşxaneya Numune ya Enqereyê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Koçer Ozdal di 19’ê tîrmehê de ji Girtîgeha Bafrayê ya Samsûnê ji bo dermankirinê sewqî nexweşxaneyê hatibû kirin.
Ozdal ê ji 13’ê tebaxê ve di beşa komayê de dihat dermankirin, nexweşîna penceşêrê belavî hemû laşe wî bûbû. Ozdal ji 24’ê tebaxê ve bi temamê hişê xwe winda kiribû û bi kelepçekirî dihat dermankirin. Ji bo Ozdal bê berdan jî rêxistinên mafên mirovan gelek caran daxuyanî dan û kampanya dabûn destpêkirin.
Li gorî agahiyan, dê cenazeyê Koçer Ozdal ji nexweşxaneyê bibin Saziya Tiba Edlî û piştî kar û barên fermî jî dê malbat cenazeyê Koçer wergire. Hat zanîn ku dê cenazeyê Ozdal li Mûşê bê definkirin.
Hêjayî gotinê Ozdal ji sala 2014’an vir ve di girtîgehê de tê ragirtin û hat zanîn ku beriya bikeve girtîgehê pirsgirêkên nexweşîn pê re tunebû. Koçer Ozdal tevî nexweşiya xwe ya giran jî di hucreya yekkesî de dihat girtin.
Nameya dawî ya Koçer Ozdal
Koçer Ozdal di nameya xwe ya ku ji malbata xwe re şandî de balkişandibû ser rewşa xwe ya li girtîgehê û pêvajoya dermankirina xwe. Di nameya xwe de Ozdal da zanîn ku 4 sal berê li Mûşê hatiye binçavkirin û piştre jî tevî ku tu delîl nebûn jî, cezayê muebbeta girankirî lê hatiye birîn. Ozdal diyar kir ku ji ber şert û mercên girtîgehê, bi penceşêra mesanê ketiye û gurçikên wî jî îflas kirine. Ozdal da zanîn ku ji ber vê rewşê jî ji neçarî rojane diçe diyalîzê.
Helwesta dijmirovî ya nexweşxaneyan
Di berdewamiya nameyê de jî Ozdal destnîşan dikir ku ev du sale cezayê wî hatiye erêkirin û di hucreyê de bi tenêya serê xwe dimîne. Ozdal di daxuyand ku nikare li xwe binêre û wiha dirêjî dida nameya xwe: “Di encama tetkîkên (hûrgerîn) ku Nexweşxaneya Lêkolînê ya Samsûnê kirin de hat destnîşankirin ku divê emeliyat bibim. Lê ji ber ku nedikarîn vê emeliyatê bikin, sewqî Nexweşxaneyê Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha 19 Mayisê ya Samsûnê kirin. Lê vê nexweşxaneyê jî bi hinceta ‘li nexweşxaneyê odeya girtiyên nexweş nîne’ ez derman nekirim û sewqî Nexweşxaneya Lêkolînê ya Gazî ya Enqereyê kirin.”
Pêvajoya dermankirinê veguheriye îşkenceyê
Ozdal di berdewama nameyê de diyar dikir ku li şûna ku Nexweşxaneyê Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha 19 Mayisê ya Samsûnê weke helwesteke mirovî ji bo wî odeyekê veqetînin, bêyî ku derman bikin û nexweşiya wî li ber çav bigirin, şandine Enqereyê. Ozdal wiha di doman: “Nexweşxaneya Lêkolînê ya Gazî ya Enqereyê jî heman hincet ji rêveberiya girtîgehê re şandine û gotine ku nikarin derman bikin.Piştî ku min nameya xwe da rêveberiya girtîgehê da ku bidin postaxaneyê, di demekê kin de ez sewqî Nexweşxaneya Nimûneyê ya Enqereyê kirim. Ji 19’ê tîrmehê ve jî ez li vê nexweşxaneyê di odeya girtiyên nexweş de têm dermankirin. Her wiha nahêlin ku ez malbata xwe bibînim.”

