Îro serê sibehê saet di 08.00’an de bi milyonan hilbijêrên başûrê Kurdistanê ji bo hilbijartina Parlamentoya Başûrê Kurdistanê dest bi dengdayînê kir. Li gorî Komîsyona Hilbijartina Serbixwe ya Başûrê Kurdistanê, 2 milyon û 914 hezar û 992 hilbijêrên Başûr hene. Dengdayîn saet di 18.00’an de dê bi dawî bibe.
Hilbijartinên parlamentoyê ya başûrê Kurdistanê îro saet di 08.00’an de dest pê kir. Hilbijartin li 2 hezar û 175 navendên dengdanê, dest pê kir û tê payîn ku heta saet 18:00’an berdewam bike.
Têkildarî mijarê Komîsyona Hilbijartina Serbixwe ya Başûrê Kurdistanê da zanîn ku 2 milyon û 914 hezar û 992 welatî dikarin dengê xwe bikarbînin. Li gorî daneyên Komîsyona Hilbijartinê, li bajarê Hewlêrê milyonek û 36 hezar û 419 dengdêr hene. Ji bo dengdanê jî 499 navendên dengdanê hatine danîn.
Cih û navendên hilbijêran
Her wiha li parêzgeha Silêmaniyê milyonek û 134 hezar û 760 dengdêr hene û dengdêr dê li 476 navend, 2 hezar û 307 cihan dengê xwe bidin. Li parêzgeha Dihokê jî mafê 677 hezar û 794 welatiyan heye ku dengê xwe bidin û welatî dê li 257 navendan dengê xwe bidin. Li gorî komîsyonê li parêzgeha Helebçeyê jî 77 hezar û 17 dengdêr hene û dê li 28 navendan dengê xwe bidin.
Hilbijartina 5’emîn
Di vê hilbijartinê de 773 namzed ji bo 111 kursiyên parlamentoyê dikevin hilbijartinê. Ji van namzedan 241 jê jin û 532 namzed jî zilam in. Hêjayî bibîrxistinê ye ku hilbijartina parlamentoya başûrê Kurdistanê cara 5’emîn e pêk tê. Parlamentoya başûrê Kurdistanê ji 111 kursiyan pêk tê. 100 kursî ji bo kurd û 11 kursiyên din ji bo pêkhateyên tirkmen, mesihî, ermen û kêmneteweyên din hatine diyarkirin.

