Li hêlekê zext û zordariya li ser gelên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û li hêla din jî dijminatiya hikûmeta AKP’ê ya li dijî zimanê kurdî berdewam e. Di çarçoveya van zextan de li Girtîgeha Tîpa M a Îskenderûnê, girtiyên ku bi zimanê kurdî axivîn rastî ava şid û lêdanê hatin.
Têkildarî mijarê girtiyan bi rêya malbatên xwe peyam şandin û bang li raya giştî kirin. Malbatên girtiyan destnîşan kirin ku gardiyanên girtîgehê her serê gav û saetê heqaretê li zarokên wan dikin. Malbatan diyar kir ku herî dawî jî zarokên wan ji ber ku bi kurdî axivîne, rastî lêdana gardiyanan hatine û gardiyanan di heman demê de ava şid li girtiyan reşandiye. Malbatan got ku hemû girtiyên di qawîşê de rastî lêdanê hatine û yên li ber îşkenceyê rabûne jî rastî cezaya hucreyê hatine.
‘Dozger çavên xwe li rastiyê girtin’
Bi qewimîna bûyerê re girtiyên ku rastî lêdanê hatin rapor stendin û pêşkeşî dozgeriya girtîgehê kirin. Hat zanîn ku dozgerê girtîgehê ji girtiyan re gotiye ku delîlên îşkenceyê nîn in û girtî bi ‘derewkarî’ tewanbar kiriye. Girtiyan jî bi rêya malbatên xwe ragihand ku tevî ku rapor pêşkeşî dozgeriyê kirine jî dozgeriyê raporên wan lêkolîn nekirine. Girtiyan bang li raya giştî kirin ku li dijî vê îşkenceyê, têkevin nav liv û tevgerê.
Mehek berê jî heman îşkence
Malbatên du girtiyan li ser bûyerê serî li Şaxa Mêrdînê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) dan û daxwaza alîkariya hiqûqî kirin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku li heman girtîgehê meha bihurî jî ji ber ku girtî bi hev re bi kurdî axivîbûn, bûbun hedefa êrîşên gardiyanan.