Desthilata AKP’ê biryara veguhastina sindoqên bi sedan gundên bajarên Kurdistanê da. Li gel ku propagandaye bêaramiya li van bajaran dike jî hinceta veguhastina sindoqan wek pisgirêka ewlehiyê hatiye destnîşankirin. Yek ji van bajarên ku biryara veguhastina sindoqan lê hatiye dayîn Amed e. Li navçeyên wek Bîstmal, (Bismil), Licê, Farqîn, Pasûr, Hezro, Pîran, Karaz û Hênê yên Amedê biryara veguhastina sindoqên bi dehan gundan hatiye dayîn.
Her çiqas hinceta veguhastinê wek pirsgirêka ewlehiyê hatiye destnîşankirin jî ev ne rast e. Piraniya gundên ku biryara veguhastina sindoqên wan hatiye dayîn, HDP li wan gundan partiya yekemîn e û ji sedî 70’ê zêdetir deng bi dest xistiye. Raya giştî di wê baweriyê de ye ku digel hemû astengiyan, rengê dengê gel ewê neguhere.

