Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, sererastkirina bi navê Zagona Erkedarkirina Parastina Neteweyî (NDAA) ku çarçoveya stratejiya salane ya parastinê diyar dike, di komîteya ji aliyê baskê jor yê Kongreyê Senatoyê ve hatiye peywirdarkirin, derbas bû. Di biryarên NDAA’yê de, xalên rawestandina firotina balefirên F-35 ên dihate payîn bifroşin Turkiyeyê hene. Di komîteyê de, pêşnûmaya ji […]
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, sererastkirina bi navê Zagona Erkedarkirina Parastina Neteweyî (NDAA) ku çarçoveya stratejiya salane ya parastinê diyar dike, di komîteya ji aliyê baskê jor yê Kongreyê Senatoyê ve hatiye peywirdarkirin, derbas bû. Di biryarên NDAA’yê de, xalên rawestandina firotina balefirên F-35 ên dihate payîn bifroşin Turkiyeyê hene. Di komîteyê de, pêşnûmaya ji aliyê senatorên ji Partiya Demokrat Senator Jean Shaheen û Senatorê Komarger Thom Tîllîs ve hatiye hatiye amadekirin de, ji astengkirina balefiran re wek sedem; berdewamkirina girtina Keşe Andrew Brûnson û fûzeyên S-400ên ji aliyê Ankarayê ve ji Rûsyayê dixwaze bikire, hatin nîşandan.
Ofîsa Shaheen, di derheqê mijarê de daxuyaniyek da, “Balefirên F-35ên ku di mijarek hesas de ye û teknolojiya wê, em bi fikar in ku bifroşin dewletek ji Pergala Parastina Ezmanî ya Rûsyayê ya bi temamî ji bo van balefiran bixînin pergala xwe amade kiriye, pergala teknolojiye bikire.” got. Ofîsa Senator, diyar kir ku ji Rûsya pergalên bi vî rengî kirîn, li gor zagonên DYA’yê rêya cezadayinê vedibe.
Zagonbûna wê dibe bi mehan bajo
Pêşniyara NDDA’yê, roja pêncşemê di Meclîsa Nûneran de, ku di bin banê Kongreya DYAyê ye, li hember 66 dengî, bi 351 dengî hatibû erêkirin. Pêşnûmaya hevbeş, piştî were peyitandin şûnde ewê pêşkêşî Serokê DYA’yê Donald Trûmp bê kirin. Pêkane di vê pêvajoyê de hin guherîn jî li ser bên kirin. Di asta dawîn de li ber Trûmp du vebijark hene; bi şanenavkirina Serok an ewê bibe zagonî, an jî ewê bê vetokirin, ji bo ji nuh ve bê nirxandin ewê vegerîne Kongreyê. Pêşnûma, dema rengê dawîn girt şûnde ewê ji bo Serok Trûmp bê pêşniyarkirin.
Berteka Turkiyeyê
Ji bo vê xebata NDAA’yê Ankara bertek nîşan da. Di derheqê mijarê de îro berdevkê Wezareta Karê Derve Hamî Aksoy, rûdanên dawîn nirxandina xwe bi gotina, “Li hember gavên bi vî rengî de em jî neçar dimînin bersiv bidin.” diyar kir. Di serê meha gulanê de, Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavûşoxlû gotibû ku heke, firotana F-35’an were betalkirin, ewê bersivê bidin rêveberiya Washîngtonê û “pêwendiyek bi dewletekî re, ji aliye dewletek sêyemîn ve ew qas nikare lê bê lêpirsîn” got.
ABD ile Irak askeri konuları yeniden müzakere edecek3 Haziran 202007:48 NATO: Türkiye’ye destek olacağız, ittifakın güneydoğu sınırını korumaya devam edeceğiz28 Şubat 202007:29 “Narin’in cinayetini, İstanbul’daki rapor belirleyecek”12 Eylül 202419:53 Narin Güran’ın ailesinden yeni açıklama! Dış güçleri suçladılar12 Eylül 202415:11 Narin Güran’ın anne ve babası için tutuklama talebi12 Eylül 202414:16 Bakan Tunç, Narin cinayetinde delillere ulaşıldı12 Eylül 202412:19 Tutuklu amca cinayet günü önemli telefon görüşmeleri yaptığı ortaya çıktı12 Eylül 202411:58