Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn biryara redkirina serlêdana parêzeran a ji bo îşkence û pêkanînên dijmirovî yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdllah Ocalan a DMME’yê nirxand û da zanîn ku ev biryara ku hatiye dayîn li dijî hiqûqiyê ye û siyasî ye.
Keskîn anî ziman ku DMME ev demek dirêj e îmajek li alî dewletan nîşan dide û wiha got: “Heta niha hemû serlêdanên der barê geşedanên li Kurdistanê hatine kirin de bê encam mane. Biryarên ku der barê Abdullah Ocalan de hatine dayîn jî polîtîk in. Tecrîd bi tena serê xwe îşkence ye. Em tenê tecrîdê li ber çavan bigirin divê DMME biryara redkirinê nedana.” Her wiha Keskîn da zanîn ku biryara ku hatiye dayîn careke din nîşan dide ku hiqûq çawa pêk tê û got ku dê li dijî vê biryarê têkoşîna xwe bidomînin.

