Sefîrê Tirkiyeyê yê Bexdayê Fatîh Yildiz di roja yekemîn a cejnê de li Kerkûkê bang li tirkmenan kiribû û Kerkûk weke ‘axa bav û kalên xwe’ destnîşan kiribû. Berpirsê Hîzba Zehmetkêşanî Kurdisstanê yê Kerkûkê Şiwan Mihemed diyar kir ku divê Yildiz ji Iraqê bê derxistin û dewleta tirk jî lêborîna xwe bixwaze.
Dewleta tirk bi armanca dagirkirina Kerkûkê ev demekê dirêj e ku dixwaze komên tirkmen ên li Kerkûkê birêxistin dike. Di vê çarçoveyê de jî bi destê Eniya Tirkmen van koman birêxistin dike û niyeta xwe ya ji bo Kerkûkê jî zelaltir dike. Di vê çarçoveyê de di roja yekem a Cejna Qurbanê de sefîrê Tirkiyeyê yê Bexdayê Fatîh Yildiz çû Kerkûkê nimêja cejnê kir.
Sefîrê tirk di dema nimêja cejnê de diyar kir ku Kerkûk axa kalikên wan e û ev tişt anîn ziman: “Ji bo yên li vir jî Tirkiye jî axa kalikên wan e.” Li ser vê gotina sefîrê tirk di nava civakê de fikar çêbûn û gel pirsa ‘gelo dewleta tirk dixwaze Kerkûkê dagir bike?’ çê kir. Têkildarî mijarê berpirsê Hîzba Zehmetkêşanî Kurdistanê yê Kerkûkê û endamê polîtburoyê Şiwan Mihemed daxuyanî da çapemeniyê.
‘Zêdegaviyeke mezin kir’
Şiwan Mihemed anî ziman ku sefîrê dewleta tirk erka xwe ya dîplomasiyê derbas kiriye û wiha domand: “Ev yek di çarçoveya dîplomasiyê de zêdegaviyeke mezin a siyasî ye. Karê nûnertiya dewleta tirk a li Iraqê, li gorî sîstema Neteweyên Yekbûyî (NY) hatiye diyarkirin. Nikare destwerdana karên hundirîn ên li welatê ku tê de mêvane, bike.”
‘Divê dewleta tirk lêborînê bixwaze’
Mihemed diyar kir ku gotinên Yildiz binpêkirina qanûn û pîvanên dîplomasiyê ne û ev nirxandin kir: “Em ji Wezîrê Derve yê Iraqê dixwazin ku nameya mêvandariyê jê bistînin û bişînin welatî wî. Her wiha bi awayeke fermî jî ji dewleta tirk bixwazin ku ji ber van gotinan lêborînê bixwazin. Divê ji dewleta tirk bê xwestin ku bêalîbûna xwe îsbat bike. Yildiz nûnertiya dewleta tirk dike. Divê berpirsên Eniya Tirkmen ên Yildiz pêşwazî kirin jî divê bên dadgehkirin. Ger serokwezîr neke, ev karê serokkamar e.”
Li dijî gotinên Yildiz gel divê dakeve kolanan
Di dawiyê de jî Şiwan Mihemed wiha got: “Ger hikûmet van rêyan li hemberî Sefîrê tirk Yildiz pêk neyîne, erka welatiyane ku li dijî van gotinan çalakiyên mezin pêk bînin. Herwiha em ê li Dadgeha Kerkûkê giliyê Eniya Tirkmen bikin. Divê nûnerên kurd ên li parlamentoya Iraqê li hemberî Yildiz bêdeng nebin. Ji bo bidawîkirina erka wî bikevin nava liv û tevgerê.”

