Wezareta Gencîneyê ya DYA’yê rawestandina balafirên şer ên F-35 pejirand. Hat zanîn ku piştî sepana cemidandina malên wezîrên dad û karên hundir ên Tirkiyeyê niha jî li senatoya Amerîkayê li beramberî 10 dengan, bi 80 dengan firotina balafirên şer ên F-35 a ji bo dewleta tirk, hate rawestandin.
Krîza di navbera dewleta tirk û Amerîkayê ya ku ji ber keşeyê amerîkî Andrew Brûnson derket, her ku diçe kûrtir dibe. Dewleta tirk a ku dixwest Brûnson wek rehîneyekî bikar bîne û bi vê yekê re jî daxwazên xwe yên siyasî û polîtîk bi DYA’yê bide qebûlkirin, rastî sepandinên giran hatin. Di serî de alîkarê serokê DYA’yê Mike Pence demek berê rasterast gef li dewleta tirk xwaribû û bi sepanan tehdît kiribû. Lê tevî vê yekê jî dewleta tirk Brûnson bernadibû.
Li dijî vê polîtîkaya şantajê ya dewleta tirk, DYA’yê duh bi daxuyaniyekê sepandinên ku li dijî dewleta tirk xistin meriyetê parve kirin. Balkêş bû ku DYA’yê di daxuyaniyê de destnîşan dikir ku sepandinên destpêkê li dijî Serokê Wezareta Dadê Abdulhamît Gul û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu hatin kirin. Di daxuyaniyê de hîn xalên balkêştir ew bûn ku her du wezîr jî weke ‘lîderên organîzasyona binpêkirinên mafên mirovan û kesên ku nahêlin Brûnson bê berdan’ hatibûn pênasekirin.
Malên wezîran cemidandin
Li gorî daxuyaniyê jî malê her du wezîran ê li DYA’yê û karê ku ji wan malan tê bidesxistin, hate cemidandin. Li dijî vê sepandinê, dewleta tirk jî daxuyaniyên şermezarkirinê dan. Lê DYA’yê îro jî yek ji mijarên herî girîng ango der barê F-35’an de biryareke girîng da. Wezareta Gencîneyê ya DYA’yê rawestandina balafirên şer F-35’an pejirand.
Bi 80 dengan hate erêkirin
Pêşnûmeyayasa heftiya bihurî ji hêla Meclisa Nûneran a Amerîkayê ve hatibû qebûlkirin. Pêşnûmeya li ber destê senatoyê li beramberî 10 dengan, bi 87 dengan hate erêkirin. Senato ji 100 kursiyan pêk tê. Di pêşnûmeyê de rayeyê dide Wezareta Berevaniyê ku 7.6 milyar dolar ji bo balafirên şer F-35’an were xerckirin ku balafir ji hêla şîrketa DYA’yê Lockheed Martîn ve tên hilberandin.
Pêşnûme şandin ber destê Trûmp
Di nav şirîkên vê şîrketê de Tirkiye jî heye. Lê pêşnûmeya salane a darayî ya 2019’an a bi 717 milyar dolarî ya wezaretê, bi xaleke wiha ye ku derfetê dide ku balafirên şer ên navborî nedin Tirkiyeyê. Pêşnûmeya ku hatiye erêkirin şandin ber destê serokê DYA’ê Donald Trûmp. Piştî ku Trûmp jî îmze kir û bû yasa, herî dereng dê di nav 90 rojan de tê payîn ku raporek der barê têkiliya DYA û Tirkiyeyê de amade bikin. Heta ku rapor biçe kongreyê dê ne pêkan be ku F-35’an bifiroşin Tirkiyeyê.
Di pêşnûmeyê de peymana di navbeyna Tirkiye û Rûsyayê de ya li ser pergala berevaniya hewayî S-400 û girtina keşeyê amerîkî Andrew Brûnson wek sedema sepandinan tê destnîşankirin.

