Serokwezîrê Iraqê Haydar El-Ebadî, di daxuyaniyek çapemeniyê de ku li Bexdayê dabû de, di derheqê operasyona Tirkiyeyê ya li hember Qendîlê hin nirxandinan kir.
Ebadî, got ku rewşê ji nêz ve dişopînin. Ebadî, “Çiyayê Qendîlê, ji salên 1960-70’yî vîr ve bi arîşe ye. Lewre ev çiya, xwedî avahiyek pir tevlîhev e. Hikûmetên berê jî li vî çiyayî kontrola xwe nikaribûne saz bikin” got.
Ebadî, diyar kir ku bi hikûmeta Tirkan re li ser PKK’yê negihîştine tu encamekî: “Di mijara PKK’yê de em negihîştine tu peymanekî. Di vê mijarê de em li tu muzakereyan rûneniştine, ji bo hevkariyekî em negihîştine tu encamekî.”
Serokwezîrê Iraqê Ebadî, “Operasyona Tirkan ya li dij Qendîlê, ne cara yekemîn e ku tê rojevê, di pêvajoyên hilbijartinên berê de jî gelek caran hatiye axaftin” got. Ebadî, di vê çarçoveyê de daxuyaniyên Tirkiyeyê yên dawîn wek “propaxandeya hilbijartinê” binav kir.

