Franky Zapatayê ku wek Mirovê Balefir tê binavkirin, ceribandina di roja yekşemê de kirî de Deryaya Manşê ji piya buhurand û bi ser ket.
Zapatyê Marsîlyayî yê 40 salî, li plaja Sangatte ya di herema Pas-de-Calaîsê de, saet di 05:15an de bilind bû. Zapata di bin awirên bi sedan kesên meraqdar de, bi hewa ket, bi amûra firînê ya bi benzîna balefiran dixebite, Deryaya Manşê buhurand. Zapata, piştî 20 deqe firînê şûnde, li St Margaret’s Bayê danî. Encax li nîvê rê pêwîstî çê bû ku benzînê bigire lewre benzîna wî têrî nedikir.
Piştî ku bi serkeftî firiye şûnde Zapata, daxuyaniyek da, “Her çi qas li ser keştiyê wergirtina benzînê niha hinek zehmet be jî hemû tişt pir baş derbas bûn… Paşê dema min Îngilîstana nêz dibû dît, ji bo êşa xwe hîs nekim min xwest kêfa dîtina wê bikim. Çîmên min dişewitand” got.
Zapata, deh roj beriya niha dîsa xwestibû Manşê derbas bike lê belê bi ser neketibû. Zapata, dema wergirtina benzînê de ketibû deryayê. Amûra firînê ya bi navê Flyboardê, şewateya xwe ji çenteyê piştê digire. Xwediyê pênc reaktorên mînî tûrbo ye, ji piya, li hewa saetê 190 kîlometre bi lez dikare biçe. Encax şewateya wê bi qasî 10 deqe daiajo.



