14 Kasım 2026
18 C
İstanbul

Ji bo xebatên zimanê kurdî pêngaveke girîng

Partiyên kurd ên bakurê kurdistanê ji bo xebateke hevpar a li ser zimanê kurdî, li Amedê civiyan. Di encama civînê de daxuyaniyek hate dayîn û di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dê ji bo zimanê kurdî xebateke hevbeş bimeşînin. Her wiha bang li gelê kurd jî hat kirin ku li her deverê bi kurdî biaxivin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP), Hereketa Azadî, Partiya Azadî û Mirov, Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiye (PDK-T), Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Bakur (PDK-B), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), bi dirûşma ‘Îro zimanê me yê dayikê sibê neteweya me’ li Cemiyeta Rojnamegerên Başurrojhilat ji bo komxebata li ser zimanê kurdî civînek çapemeniyê ya hevpar li dar xist.

Di civînê de rêveberên partiyên siyasî amade bûn û pankarta ‘Zimanê me hebûna me ye’ daliqandin. Daxuyaniya bi kurmancî serokê giştî yê OSP’ê Sînan Çîftyurek û daxuyaniya bi zazakî jî endamê Lijneya Navendî ya Hereketa Azadî Sitki Zîlan xwend. Daxuyaniya bi kurmancî ya bi sernavê ‘Ji bona zimanê xwe em bi hevre ne’ ya ji aliyê Çîftyurek ve hat xwendin. Daxuyanî wiha ye:

“1) Em neh rêxistin û partiyên ku navê wan li jêr hatiye nivisandin, ji bo zimanê dayika xwe ya ku hevbeş û berfireh e, li dijî asîmîlasyona ku bûye weke pençeşêreke civakî, ji bo ku em bi hevre deng derxînin û dengê ku ji gelê me jî derkeve hîn bilindtir bikin, hatine cem hev.

Em ‘Îro zimanê me, siberojê jî dê neteweya me têk biçe’, li beramberî vê rastiyê re rûbirûbûneke kûr ku xwîn jê diniqute, ji bo ku em birînên xwe bikewînin, birînan bipêçin û bi hevdu re bersivekê bibînin, hatine cem hev. Bi saziyên siyasî û sivîl, bi rewşenbîr û hunermandan re, bi melayan re, li dijberî asîmîlasyona zimanê kurdî (kurmancî, dimilkî) çareseriyên rojane û dêmdirej bibînin, hatine cem hev.

2) Em bi hişmendiya ku her gel bi ziman û çanda xwe heye, tevdigerin. Em dixwazin ku miletê me li malan û kolanan, li minîbus û otobusan, li nexweşxaneyan bi kurdî biaxivin. Bi vê mebestê em dixwazin bangî gelê xwe bikin ku li zimanê xwe xwedî derkevin.

3) Em, ji bo ku siyaseta dewleta tirk ku zimanê me xistiyê ber sikratê teşhîr bikin, ji bo ku li dijî siyaseta yektîpkirinê, red û înkara li dijî kurdan aşkera bikin, li ser sê beşên bingehîn em xebatê bikin, hatine cem hev.

Yek, ji bo zimanê me yê ku dewlet dixwaze tune bike, bi saziyên pispor re, bi kesayetên kurd re, bi dînamîkên sivîl û siyasî re û bi gelê xwe re em dikarin çi bikin? Ji bo bersiva van pirsan em hatine cem hev.

Dudu, ji dewleta Tirkiyeyê ji bo ku astengiyên li hemberî zimanê kurdî ji holê rabin û ji dibistanê seretayî heta zanîngehan zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û li gel zimanê tirkî wek zimanê duduyan bibe zimanê fermî û pejirandî, me biryara têkoşineke hevbeş daye.

Sisê, em li hemberî asîmîlasyona ku bûye weke penceşêreke civakî, dixwazin qêrîna gelê xwe bigihînin raya giştî ya dinyayê û mirovên xwedî wijdan ên li Tirkiyeyê, dengê xwe bigihînin saziyên navdewletî weke Neteweyên Yekbûyî (NY), UNESCO, Yekitiya Ewropayê, Konseya Ewropayê û hwd. em ê ji bo mafê zimanê xwe alîkariyê ji wan bixwazin.

4) Em ê bi van pêngavan ku dê bên avêtin, ji kadroyên sivîl û siyasî û ya herî girîng jî ji gelê xwe dixwazin ku alîkariya bingeha çanda demokrasiyê û tifaqa neteweyî di nava kurdan de bikin. Pengavên ku di vê mijarê de bên avêtin, ne pêngavên dawî ne lê em dixwazin û hewl didin ku ev bibin pêngavên destpêkeke nû.”

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Armanca komxebatê; zimanê kurdî ne qedexe ye. Lê belê li dibistanên Tirkiyeyê zimanê perwerdeyê nîne. Zimanê kurdî ne zimanê fermî yê duyemîn e li bakurê Kurdistanê. Bi vî awayî li pêşerojê gefeke mezin a windabûn/tunebûna zimanê me.

Komxebat der barê rewşa zimanê kurdî de li ser sê mijaran disekine;

1  – Helwest û kiryarên dewleta Tirkiyeyê û bidestxistin û daxwazên me ji dewleta Tirkiyeyê.

2  – Daxwaz û hêviyên me ji sazî û rêxistinên navdewletî li gor peymanên navneteweyî.

3 – Çawayiya belavkirin û xwedîlêderketina zimanê kurdî, nexşerêya xebat û çalakiyên di nava gel de.”

Di berdewamê de jî Çîftyurek bernameya komxebata li ser zimanê kurdî aşkera kir û ev agahî da:

“Piştî vegotinên/amajekirinên partiyan, destnîşankirina destgehan/kargehan (atolye) li ser 3 mijaran. Encamên destgehan/kargehan di civîna giştî de wê bên nirxandin û daxuyaniya encamnameyê ji bo raya giştî li gorî biryaran plenum bê dayîn.

10’ê mijdar/tişrînî duyem 2018 yekşem

10:00 : Vekirina Komxebatê û hilbijartina 3 kesan ji bo birêvebirina komxebatê

10:10: Vegotinên/Amajeyên Partiyên Sîyasî  (rêza wan alfabetîk hatiye danîn)

– AZADÎ

– DBP

– HDP

– OSP

– PAK

– PDK

– PDK-T

– PÎA

– PSK

11:04: Destnîşankirina destgehan/kargehan

11.15: Navber

11.30: Rûniştina yekem a destgehan/kargehan

12:30: Navber ji bo firavînê

13:30: Rûniştina duyem a destgehan/kargehan

15:00: Navber

15:20: Rûniştina sêyem a destgehan/kargehan

16:30: Civîna Giştî /Plenum (pêşkêşkirina encamên destgehan/kargehan)

17:30: Pêşkêşkirina encamên dawî û encamnameya komxebatê

18:30: Dawiya Komxebatê”

Civîn bi pirsên rojnamegeran û bersivên beşdaran bi dawî bû.

Son Haberler

Hareket Yönetimi: Demokratik siyasete katılmaya hazırız

PKK Hareket Yönetimi, barış sürecine ilişkin yaptığı açıklamada, Türkiye...

“Amude Sineması katliamının acısı hâlâ taze”

Demokratik Birlik İnisiyatifi, Rojava'nın Amude kentinde 13 Kasım 1960'ta...

İBB davasında ara karar: İmamoğlu’nun avukatı Mehmet Pehlivan dahil sekiz kişiye tahliye

Görevden uzaklaştırılan İBB Başkanı Ekrem İmamoğlu'nun da aralarında bulunduğu...

Bafıl Talabani: Mesud Barzani ve Tom Barrack’a cevap verdi

Talabani tutumunda ısrarcı: Süreç yeniden değerlendirilmeli KDP’yi suçladı, Tom Barrack’a...

Şengal’de yeni toplu mezar: 300 cenaze teslim edildi, 500’ü hala morgda bekletiliyor

Irak Şehitler Kurumu, Şengal'de tespit edilen 90 toplu mezardan...

HABAŞ patlaması: Dokuz kişi tutuklandı, yönetim kurulu başkanı adli kontrolle serbest

İzmir'in Aliağa ilçesinde faaliyet gösteren HABAŞ Demir Çelik Fabrikası'nda...

Netanyahu ‘ulusal birlik hükümeti’ çağrısı yaptı, Arap partilerini hedef aldı

İsrail'de 26. dönem Knesset(parlamento) üyeleri yemin ederek göreve başladı....

Türkiye Gündemi

İBB davasında ara karar: İmamoğlu’nun avukatı Mehmet Pehlivan dahil sekiz kişiye tahliye

Görevden uzaklaştırılan İBB Başkanı Ekrem İmamoğlu'nun da aralarında bulunduğu...

HABAŞ patlaması: Dokuz kişi tutuklandı, yönetim kurulu başkanı adli kontrolle serbest

İzmir'in Aliağa ilçesinde faaliyet gösteren HABAŞ Demir Çelik Fabrikası'nda...

‘Edebiyat ve Barış Konferansı’ düzenleniyor

Edebiyatçıların bir araya geldiği konferansta konuşan katılımcılar, barış sürecine...

Barış Annesi Elif Aslan yaşamını yitirdi

Barış Annesi Elif Aslan, geçirdiği beyin kanaması sonucu hayatını...

Bu fotoğraf İYİ Parti’i karıştırdı

İYİ Parti Genel Başkanı Müsavat Dervişoğlu'nun, Anıtkabir'deki 29 Ekim...

Özel: Vahim iddialar doğru çıkarsa Sarıgül’ü biz de savunamayız

Yeni Parti Genel Başkanı Özgür Özel, Erzincan Milletvekili Mustafa...

Numan Kurtulmuş: Süreç başarıyla ve hakikaten fevkalade üstün bir koordinasyonla rotasında devam ediyor

Meclis Başkanı Numan Kurtulmuş, TBMM Plan ve Bütçe Komisyonunda,...

Üsküdar Belediye Başkanlığı yeniden AKP’ye geçti

İstanbul’un Üsküdar ilçesinde yapılan belediye başkanvekilliği seçiminin üçüncü turunda,...