Şandek ya bazirganên Amerîkî bi bazirganên bajarê Silêmanî re civiyan û şandê pêşniyar kir ku bazirganên herêmê li şûna Îran berê xwe bidin Amerîka.
Îro danê êvarê şandek ya bazirganên Amerîkî serdana odeya bazirganî ya Silêmaniyê kirin. Şand bi bazirganên bajêr re civiyan.
Piştî civînê daxuyaniyek a çapemeniyê hat dayîn. Destpêkê di daxuyaniyê de serokê bazirganên Silêmanî Sîrwan Mihemed axivî û got ku armanca vê şandê ewe ku hê zêdetir peywendiyên xwe bi bazirganên Silêmanî re çêkine. Herwiha Sîrwan diyarkir ku bi rêya Herêma Kurdistanê wê ev şand kar bi bazirganên Iraqê re jî bike.

Piştî wê serokê Encûmena Bazirganên Kurdistanê yê Amerîkayê David Faturî jî axivî û got; “Bazirganên Amerîka dixwazin hê zêdetir giringiyê bidin bazirganên vir û li Herêma Kurdistanê hilberînê bikin. Ev jî ji bo Herêma Kurdistanê bi sûde. Em dixwazin piştî ku ambargoyên ser Îranê hatin zêde kirin, bazirganên Herêma Kurdistanê hê zêdetir ji bo bazirganiyê berê xwe bidin Amerîka. Ev jî ji bo bazirganên Herêma Kurdistanê ne tiştek nûye.”
Şanda Amerîka ya bazirganan, duh gihiştibû Hewlêr û bi bazirganên Hewlêr re civiya bû. Wê şand serdana bajarên Helebce û Dihokê jî bike.
Herêma Kurdistanê di aliyê bazirganiyê de bi Tirkiye û Îranê re dinava peywendiyek xurt deye. Tê payîn Amerîka di 5’ê Mijdara 2018’an de amborgoya ser Îranê bi de destpê kirin. Amerîka dixwaze Iraq û Herêma Kurdistan di dema ambargoyê de sînorên xwe yên Îranê bigre.

