Navên namzetên wezîran ên di kabîneya nû ya Iraqê ku ji aliyê Adil Ebdulmehdî ve hatiye amade kirin, hatin belav kirin. Nav radestî parlamentoya Iraqê hatin kirin.
Navên namzetên wezîran ên di kabîneya nû ya Iraqê ku ji aliyê Adil Ebdulmehdî ve hatiye amade kirin, hatin belav kirin. Nav radestî parlamentoya Iraqê hatin kirin.
Di nava navên namzetan de 3’ê jê Kurdin. Her 3 kes jî namzetên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)’ê ne. Hejmara namzetan 21 kesin, heya niha namzetên Wezareta Koç û Koçberan nehatiye zelal kirin.
Navên kesên hatîn belav kirin evin:
Wezareta Derve: Mihemed Elî Hekem
Wezareta Navxwe: Falih Feyaz
Wezareta Parastinê: Feysel Cerba
Wezareta Petrolê: Samir Xezban
Wezareta Darayî: Fûad Husên
Wezareta Plandanan: Eyad Samiraî
Wezareta Dad: Asma Sadiq
Wezareta Peywendiyan: Neîm Rubeyî
Wezareta Veguhastinê: Ebdula Leîbî
Wezareta Perwerde: Seba Taî
Wezareta Jêderên Avê: Cemal Adilî
Wezareta Kiştûkalê: Salih Husnî
Wezareta Tendirustiyê: Ela Ilwan
Wezareta Pîşesazî: Salih Cibûrî
Wezareta Rewşenbîriyê: Hesen Rubeyî
Wezareta Ceyranê: Loey Xetîb
Wezareta Xwendina Bilind: Qusey Suheyl
Wezareta Kar: Basim Rebîî
Wezareta Ciwanan: Ehmed Ubeydî
Wezareta Bazirganiyê: Mihemed Haşim Casim
Wezareta Avedankirin û Niştecîkirinê: Bengîn Rêkanî
Di 2’ê Cotmeha 2018’an de Parlemantoya Iraqê Adil Ebdilmehdî ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê erkdar kiribû. Li gor destûra Iraqê, divê Adil Ebdilmehdî di nava 30 rojan de hikûmeta nû pêk bîne û ji aliyê parlemantoyê ve bê pejirandin.

