Jinên Ciwan yên Germiyanê bi armanca pêşxistina xebatên xwe yên hunerî û geşkirina hûnera qedîm ya gelên Mezopotamyayê, komek avakirine û tev li hemû çalakiyên hûnerî dibin.
Erbane bi navê din def yek ji amûreke herî qedîm a hevbeş a gelên Mezopotamyayê tê qebûlkirin e. Kurd, fars, ereb, ermen, keldan-sûryan di hemû merasîmên hunerî û ayînî de weke amûreke pîroz cih didin erbaneyê.
Di nav kurdan de jî hem di navê terîqetan de, hem di nava yarsan û êzidiyan de jî di merasîmên ayînî de xwedî ciheke pîroz e.
Koma Erbane ya Jinên Ciwan (Koma Def ya Keçan) jî dibêje, ew hem dixwazin qabiliyeta xwe ya hûnerî pêşbixin hem jî dibêjin ew dixwazin bi lêxistina erbanê ev hunera qedîm ya kurdî zindî bihêlin.
Erbane yek ji amûreke ku di gelek baweriyên qedîm yên Kurdistan û giştî Mezopotamyayê de tê lêxistin. Yarsan bi çavekî zehf pîroz li erbaneyê dinihêrin û di heman demê de li gel wan amûreke ayînî ye. Di nava terîqeta qadirî û êzidiyan de tê lêxistin. Di mewlûd û hinek merasîmên din yên olî yên îslamiyetê de jî tê lêxistin. Ev amûr li gel Hewramiyan jî bi taybet di cejna Pîrşalyar de tê lêxistin.
Koma Erbane ya Jinên Ciwan yên Germiyanê rojane li Beşa Hunerî ya Mala Ciwanan ya Kelarê dicivin, xwe perwerde dikin û amadekarî ji bo beşdarbûna çalakiyên hunerî dikin. Heya niha jî ev kom tev li gelek çalakiyên hûnerî yên herêmê bûne.
Koma Erbane ya Jinên Ciwan zêdetir cureyên evînî û şah mîrî lêdixin. Çavkaniya wan bêhtir rîtmên rojhilatê Kurdisatnê ye. Her wiha ev koma erbaneyê piranî rîtmên govendên kurdî yên weke dû çar, çepkê û geryan lêdixin. Endamên komê jî diyar kir ku ew girîngî didin xebatên hunerî û pêşxistina hunera defê û got deriyê wan vekiriye ji her kesên ku dixwazin xwe di vê qadê de pêş bixin.

