Tevî hemû zextan jî Dayikên Şemiyê çalakiya xwe li dar xist. Di çalakiyê serpêhatiya Fehmî Tosun û Huseyîn Aydemîr ku di 19’ê cotmeha 1995’an de hatine windakirin vegot. Dayikan xwest ku aqûbeta zarokên wan bê zanîn û kujer bên cezakirin. Her wiha çalakvanan da zanîn ku çi dibe bila dê ev ji têkoşîna xwe bernedin.
Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafê mirovan ji bo di hefteya 708’emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane li dar bixin, li ber Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê kom bûn. Di çalakiyê de parlamenterên HDP’ê Alî Kenanoglu û Oya Ersoy û parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu jî amade bûn. Dayikan xwest ku ku bimeşin lê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Li ser vê yekê Dayikên Şemiyê li ber avahiya ÎHD’ê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Dayikên Şemiyê wêne û qurnefil rakirin.
Daxuyaniya vê hefteyê ji hêla xwişka Hasan Ocak, Masîde Ocak ve hat xwendin. Ocaka got ku daxuyaniya wan bi awayekî bêhiqûqî hatiye qedexekirin û hêz û derfeta cemaweriyê li dijî wan wek amûra tundî û nefretê tê bikaranîn. Ocak di hefteya 708’emîn de serpêhatiyên Fehmî Tosun û Huseyîn Aydemîr ên li Stenbolê hatin windakirin vegot.
Xwest ku lêpirsîn careke din bê vekirin
Ocak da zanîn ku ji Tosun û Aydemîr ji 19’ê cotmeha 1995’an heta niha agahî nayê girtin û ev tişt anî ziman: “Têkildarî doza Tosun û Ayedemîr lêpirsînek bi bandor nehatiye kirin. Li ser vê yekê jî biryara betalkirinê ji bo dosyeyan da. Em bang li rayedarên dewletê dikin ku ji bo dosyeya Tosun û Aydemîr careke din bê dîtin.”
Gelo hûn çima ji Dayikên Şemiyê ditirsin?
Di çalakiyê de hevjîna Tosun, Hanim Tosun ku 23 sal e li Qada Galatasarayê aqûbeta hevjînê xwe û windayan dipirse jî axivî. Tosun di serî de kesên ku Qada Galatasarayê li wan qedexekirine şermezar kir û wiha domand: “Çima hûn ji Dayikên Şemiyê ditirsin? Me zirar nedaye tu kesî. Çima piştî 23 salan çalakiya me tê qedexekirin? Çima me li vê kolana teng asê dikin? Ger piçek jî hiqûq hebûya, em îro li vir nedihatin asêkirin. Em tenê Qada Galatasarayê dixwazin. Yên ku qala hiqûqê dikin bila di serî de li windayan binihêrin. Ev kes ji bo ku bi siyasetê ve eleqedar bûn, hatin windakirin. Ger li gorî dewletê ev sûc be, bila bihatina darizandin. Çima winda kirin? Em ê dev ji vê têkoşînê bernedin. Heta ku goreke windayên me çê dibe û kujer tên darizandin, dê têkoşîna me bidome.”
Xwişka rojnameger Ferhat Tepe, Ayşe Tepe jî qedexekirina çalakiya dayikan şermezar kir û got ku hêrsa wan li dijî bêedaletî û neheqiyê ye. Piştî axaftinan çalakî bi dawî bû.

