Cîhan ji bo zarokan cihekî ne bi ewle û tendurist e. Li gorî lêkolîna li gelemperiya cîhanê, zarok herî zêde li Afrîkayê ji ber mercên jiyanê yên nebaş dimirin. Di sala 2017’an de nêzî milyonek zarok û mirovên nûgihayî mirin. Ji sedî 55’ê van zarokan (550 hezar) li Afrîkayê mirine
Li gelemperiya cîhanê, zarok herî zêde li Afrîkayê dimirin. Sala 2017’an nêzî milyonek zarok û mirovên nûgihayî mirin. Ji sedî 55’ê van zarokan (550 hezar) li Afrîkayê mirine. Di sedsala 21’ê de jî jidayikbûn û jiyana jinan li Afrîkayê gelekî metirsîdar e. Metirsiya jiyana zarokekî ji 5 heta 15 salî ya li Afrîkayê, li gorî devereke din a dinyayê bi 20 qatî zêdetir e.
Li gelemperiya cîhanê, hejmara mirina zarokan kêm dibe. Sala 1990’î 1.7 milyon zarok miribûn. Ev hejmar sala 2017’an daket 900 hezarî. Lê belê kêmbûna mirina zarokan li her herêma cîhanê weke hev nîne. Li gorî lêkolînekê ku di kovara bi navê Population et Sociétés de hate weşandin, zarok herî zêde li Afrîkayê dimirin.
Li gelemperiya cîhanê herî zêde li 7 welatan zarok dimirin. 4 ji van welatan jî li parzemîna Afrîkayê ne: Nîjerya, Komara Demokratîk a Kongo, Etiyopya û Nîjer. Brûno Masqûelîer ku ji bo lêkolînkirina mirina zarokên kêmî 5 salî tevî UNICEF’ê dixebite, diyar kir ku kêmkirina mirina zarokên kêmî 5 salî yek ji armancên sedsala 21’ê ye.
Li rojavayê Ewropayê, hejmara mirina zarokên di navbera 5-15 salî de têra xwe kêm bû. Tê gotin ku ev hejmar yek ji hezarî ye û bi giranî ji ber qezayên trafîkê, fetisîn, kanser û losemiyê rû didin.
Ev hejmar li Afrîkayê ji hezarî 18 ye. Tê gotin ku zarokên li Afrîkayê bi giranî ji ber van nexweşiyan dimirin: emel, enfeksiyona rêyên hilmstendinê, sorik, menenjît, ta, nexweşiyên tropîkal, werem, aids û hwd.

