Piştî îstifakirina Nîkol Paşînyan krîza hikûmetê rû da û hilbijartinên pêşwext ketin rojevê. Serj Sarkîsyanê ku ji sala 2008’an ve serokkomariyê dikir, ji bo serokwezîriyê hatibû peywirdarkirin. Muxalefetê xwepêşanadan li dar xistibû û serkêşiya muxalefetê jî Nîkol Paşîniyan dikir.
Nîkol Paşîniyan ku piştî xwepêşandanên mezin bû serokwezîr, duh ji nişka ve îstifa kir. Bi vê yekê re hilbijartina pêşwext kete rojeva Ermenistanê. Reformxwaz Paşîniyan di hilbijartinên sala 2017’an de ji sedî 8’ê dengan stendibû û bûbû sêyemîn. Paşîniyan bi dijberiya xwe ya li qebûlkirina qanûna ku pêşî li hilbijartinên pêşwext digire, tê nasîn.
Bi îstifaya xwe ya duh re Paşîniyan rê li ber pêvajoya hilbijartinên pêşwext vekir. Piştî ku Paşîniyan îstifa kir, divê di nav 15 rojan de kesekî din li şûna wî bê bicihikrin û hikûmeteke nû were avakirin. Ger ev nebe, divê hilbijartina pêşwext pêk were.
Serj Sarkîsyan ku ji sala 2008’an û pê ve wezîfeya serokkomariyê dikir, ji bo serokwezaretiyê hate wezîfedarkirin. Muxalefeta ku li ber vê rabû, dest bi xwepêşandanan kir. Serkêşê van xwepêşandanan jî Nîkol Paşîniyan bû. Paşîniyan ji bo çareserkirina krîzê bi serokwezîrtiyê hate wezîfedarkirin. Lê di dengdana destpêkê ya 1’ê gulanê de dengê ‘pêbaweriyê’ wernegirtibû. 8’ê gulanê di dengdana duyemîn de hatibû hilbijartin.
Ji bo rêveberiya Paşîniyan bê xurtkirin, diviyabû li parlamentoyê jî bi xurtî bihata temsîlkirin. Niha piraniya endamên parlamentoyê ji Partiya Komarger a Serj Sarkîsyan e. Ger heta 2 hefteyan hikûmeteke nû ava bibe, dê hilbijartinên giştî li gorî dema hatiye diyarkirin di sala 2022’an de pêk were.

