13 Kasım 2026
19.5 C
İstanbul

Krîz kûr dibe bi hezaran şîrket li ber îflasê ne

Ji ber krîza aborî ya li Tirkiyeyê heta niha bi hezaran şîrketan îflas kiriye. Her wiha bi hezaran şîrketan jî serî li konkordatoyê da. Niha jî tevî şîrketan, welatî jî serî li konkordatoyên şexsî didin. Hat zanîn ku di demên dawî de zêdetirî hezar şîrketan konkordato îlan kir. Ji rewşa heyî jî herî zêde karker bi bandor dibin û ji kar tên avêtin.

Krîza aborî ya li Tirkiyeyê her ku diçe kûrtir dibe. Ji ber krîzê heta niha gelek şîrketan îflas kir û bi dehhezaran karker bêkar man. Deynên bi hezaran şîrketan hene. Ji ber vê gelek şîrket konkordato îlan kir. Herî dawî jî li Bursayê şîrketa pêlavan ŞATO û Şîrketa Anonîm a Otelvanî û Turîzmê ya Alkoçlarê konkordato îlan kir.

Her wiha di nav şîrketên ku konkordatoyê îlan dikin de, herî zêde yên înşeatê hene. Heta niha ji şîrketên konkordato îlan kir ji sedî 70 jî şîrketên înşeatê ne. Yek ji van şîrketên mezin jî ku navenda wê li Enqereyê ye, Şîrketa Anonîm a Înşeatê û Bazirganiyê ya Paletê ye. Her wiha ji van şîrketan Koma Ozler, Nafîa Înşeat, Ceylan Înşeat, Hasogûllari Harfyat û gelekên din jî konkordato îlan kir.

Welatiyan jî serî li konkordatoyê da

Vê rewşa heyî jî bandorekî neyînî li şîrketên li Borsaya Stenbolê jî kir. Şîrketên enerjiyê, saziyên tenduristiyê, şîrketên sewalvanî, paqijî û xizmetê jî serî li konkordatoyê dan.  Her wiha welatiyan jî ji bo konkordatoyê serî li dadgehê da. Welatiyên ku di warê aborî de tengijîn, konkordatoya şexsî îlan kir. Di serî de welatiyên li Mêrsîn û Kûşadasiyê konkordatoya şexsî îlan kir. Herî zêde jî karkerên ku nikarin heqê xwe bistînin serî li konkordatoyê didin.

Armanc paşvexistina îflasê ye

Der barê mijarê de parêzer Mûrat Ozverî îlankirina konkordatoyê nirxand û ev tişt destnîşan kir: “Ji bo şîrketên ku nikarin deynê xwe bidin û ji bo ji taqîbata îcrayê xelas bibin û dema wan hebe, biryara girtina îflasê hate qedexekirin. Lê belê ev şîrketên ku nikarin deynê xwe bidin vê carê jî serî li saziya konkordatoyê didin. A rast konkordato ew e ku şîrketên deyndar û xwediyên deyn li hev bikin û deyn sererast bikin. Deyndar, herî kêm nîviyê deynê xwe dide û yê mayî jî taloq dike. Lê belê ferqa vê peymanê û ya taloqkirina deynan cuda ye. Di konkordatoyê de dadgeh dikeve dewrê û dema konkordato bê qebûlkirin ji bo deynan wextek tê diyarkirin û îcra radiweste.”

Ozverî destnîşan kir ku dema ku şîrket konkordatoyê îlan bike, ev yek mafê feshkirina mafdariyê nade karkeran. Ozverî got ku ji îlankirina konkordatoyê herî zêde karker mexdûr dibin.

Son Haberler

“Amude Sineması katliamının acısı hâlâ taze”

Demokratik Birlik İnisiyatifi, Rojava'nın Amude kentinde 13 Kasım 1960'ta...

İBB davasında ara karar: İmamoğlu’nun avukatı Mehmet Pehlivan dahil sekiz kişiye tahliye

Görevden uzaklaştırılan İBB Başkanı Ekrem İmamoğlu'nun da aralarında bulunduğu...

Bafıl Talabani: Mesud Barzani ve Tom Barrack’a cevap verdi

Talabani tutumunda ısrarcı: Süreç yeniden değerlendirilmeli KDP’yi suçladı, Tom Barrack’a...

Şengal’de yeni toplu mezar: 300 cenaze teslim edildi, 500’ü hala morgda bekletiliyor

Irak Şehitler Kurumu, Şengal'de tespit edilen 90 toplu mezardan...

HABAŞ patlaması: Dokuz kişi tutuklandı, yönetim kurulu başkanı adli kontrolle serbest

İzmir'in Aliağa ilçesinde faaliyet gösteren HABAŞ Demir Çelik Fabrikası'nda...

Netanyahu ‘ulusal birlik hükümeti’ çağrısı yaptı, Arap partilerini hedef aldı

İsrail'de 26. dönem Knesset(parlamento) üyeleri yemin ederek göreve başladı....

Trump’tan yeni tehdit: Anlaşma olmazsa ilkinden 5 kat daha büyüğünü yaşarlar

ABD Başkanı Donald Trump, Körfez ülkelerinden gelen talepler doğrultusunda...

Türkiye Gündemi

İBB davasında ara karar: İmamoğlu’nun avukatı Mehmet Pehlivan dahil sekiz kişiye tahliye

Görevden uzaklaştırılan İBB Başkanı Ekrem İmamoğlu'nun da aralarında bulunduğu...

HABAŞ patlaması: Dokuz kişi tutuklandı, yönetim kurulu başkanı adli kontrolle serbest

İzmir'in Aliağa ilçesinde faaliyet gösteren HABAŞ Demir Çelik Fabrikası'nda...

‘Edebiyat ve Barış Konferansı’ düzenleniyor

Edebiyatçıların bir araya geldiği konferansta konuşan katılımcılar, barış sürecine...

Barış Annesi Elif Aslan yaşamını yitirdi

Barış Annesi Elif Aslan, geçirdiği beyin kanaması sonucu hayatını...

Bu fotoğraf İYİ Parti’i karıştırdı

İYİ Parti Genel Başkanı Müsavat Dervişoğlu'nun, Anıtkabir'deki 29 Ekim...

Özel: Vahim iddialar doğru çıkarsa Sarıgül’ü biz de savunamayız

Yeni Parti Genel Başkanı Özgür Özel, Erzincan Milletvekili Mustafa...

Numan Kurtulmuş: Süreç başarıyla ve hakikaten fevkalade üstün bir koordinasyonla rotasında devam ediyor

Meclis Başkanı Numan Kurtulmuş, TBMM Plan ve Bütçe Komisyonunda,...

Üsküdar Belediye Başkanlığı yeniden AKP’ye geçti

İstanbul’un Üsküdar ilçesinde yapılan belediye başkanvekilliği seçiminin üçüncü turunda,...