Piştî berdana Andrew Craig Brunson vê carê Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Mîke Pompeo bang li hikûmeta tirk kir ku erkdarên dîplomatîk û amerîkiyên din ‘bi lez berde’.
Du roj berê keşeyê amerîkî Andrew Craig Brunson ku der barê wî de gelek sûcdarî dihatin kirin, ji aliyê 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê ve hat berdan.
Du roj berê keşeyê amerîkî Andrew Craig Brunson ku der barê wî de gelek sûcdarî dihatin kirin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê pêk hat berdan. Sefîrê Mezin ê Amerîkayê yê Enqereyê Jeffrey M. Hovenier jî tev li rûniştinê bûbû. Dadgehê 3 sal û mehek û 15 rojan cezayê girtîgehê da Brunson û qedexeya derketina derve û girtina hepsê ya malê ya li serê jî rakir.
Brunson bi hevkariya bi cemaeta Fethulah Gulen ê hevkarê berê yê rejîma Erdogan û hevkariya bi PKK’ê re dihate sûcdarkirin. Ji bo Brunson sûcê sîxuriyê 35 sal ceza dihate xwestin. Bernedana Brunson di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de bûbû sedema qeyraneke dîplomatîk û ji ber vê qeyrana dîplomatîk qeyrana aborî ya li Tirkiyeyê mezin bûbû û perê tirk jî bê qîmet bûbû. Ji ber qeyrana aborî dadgeriya tirk bi fermana Erdogan neçar ma ku biryareke bi vî rengî bide.
Lê belê serokomarê tirk Erdogan ê ku ji neçarî biryara berdana keşe da beriya bi çend mehan keşe Brunson wekî terorîst û sîxur îlan dikir û digot daraza tirk bêalî ye çi pêwîst be dê bê kirin. Lê hesabê Erdogan ê mal û sûkê hev negiritin û li pêşberî serokê DYA’yê stûyê xwe tewand û keşîş berda. Rêveberiya DYA’yê tenê bi berdana keşe qayil nebû û xwest ku Tirkiye girtiyên din ên amerîkî jî berde.
Wezareta Karên Derve Mike Pompeo têkildarî berdana keşeyê amerîkî Andrew Brunson ji aliyê daraza tirk ve ku bi sûcê giran dihate darizandin daxuyaniyek da.
Pompeo li ser hesabê xwe yê twîtterê têkildarî berdana Brunson wiha got: “Ji bo Amerîkayê rojek mezin e. Hemwelatiyekî din ê Amerîkayê azad bû. Em ê dîlgirtiyên din jî vegerînin malên wan.”
Di berdewamê Pompeo wiha jî got; “Bila cîhan bizanibe serokê DYA’yê û Wezareta Karên Derve ji bo dîlgirtiyên amerîkî yên bê maf hatine girtin, ji bo vegera wan a malê dixebitin.”

