Bi sedan xwendekarên başûrê Kurdistanê li dijî bicihnekirina wan li zanîngeh û peymangehan, li Hewlêr û Dihokê çalakî li dar xistin. Xwendekaran da zanîn ku Wezareta Xwendina Bilind neheqî li wan kiriye û bi vê yekê re jî dixwazin pêşî li xwendinê bigirin. Li ser çalakiyê, rayedarên perwerdeyê jî bi xwendekaran re hevdîtin kir û diyar kir ku dê hewl bidin ku pirsgirêkan çareser bikin.
Bi armanca şermezarkirina nebicihkirina xwendekaran li zanîngeh û peymangehan, bi tevlêbûna gelek xwendekaran li Hewlêr û Dihokê çalakî hatin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de li Hewlêrê bi tevlêbûna gelek xwendekaran, li ber Wezareta Xwendina Bilind çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de xwendekaran ji wezaretê xwest ku bila xwendekar li zanîngeh û peymangehan bên bicihkirin. Her wiha li ber Zanîngeha Dihokê jî xwendekar di çalakiyê de bûn.
Der barê mijarê de ji xwendekarên çalakvan Mihemed Mistefa axivî û berteka xwe wiha nîşan da: “Di ezmûnên zanîngehan de min 67 puan wergirt. Lê tevî vê yekê tu peymangeh an jî zanîngehan ez qebûl nekirim. Biryara wezaretê ya ku dibêje tenê dê xwendekarên ku di ser 70’yan de puan wergirtine werin bicihkirin, neheqiyeke mezin e. Bi vê yekê re jî cudahî xistiye navbera xwendekaran.”
Dixwazin perwerdeya bi pere bixin meriyetê
Di berdewamê de jî Mistefa destnîşan kir ku hikûmet dixwaze xwendekar peymangeh û zanîngehan bi pereyan bixwînin û wiha derbirî: “Ev nayê qebûlkirin. Em nikarin vî pereyî peyda bikin.” Ji xwendekaran Nadiye Tehsîn jî anî ziman ku Wezareta Xwendina Bilind her tim dixwaze bi hincetên cuda, çiraya zanistê vemirîne. Tehsîn got ku wezaret bi vê yekê re jî dixwaze gel nezan û bêagahî bimîne.
Rayedarên wezaretê bi xwendekaran re hevdîtin kir
Bi lidarxistina çalakiyan re jî ji Rêveberiya Giştî ya Wezareta Xwendina Bilind Mihemed Sabir çû nav xwendekarên çalakvan û pirsên wan bersivandin. Sabir anî ziman ku bi rêya pergaleke taybet xwendekar dikarin pirsgirêk û daxwazên xwe bigihîn wan. Sabir destnîşan kir ku ew ji bo çareserkirina pirsgirêkan, di nav hewldanan de ne.
Navên kesên ku bicihbûn aşkera kirin
Wezara Xwendina Bilind a Başûrê Kurdistanê di 12’yê cotmehê de navên xwendekarên ku li zanîngeh û peymangehan bi cih bûne, aşkera kirin. Di daxuyaniya wezaretê de hat destnîşankirin ku dê ji sedî 60 xwendekar li zanîngeh û peymangehan bên bicihkirin.

