Li Kampa Berxwedanê ku zêdetirî 2 hezar û 865 efrînî lê dimînin, bi hatina zivistanê re welatî bi zehmetiyên mezin re rû bi rû ne. Rêveberiya xweser li gorî derfetên xwe alîkariyê dide welatiyan. Welatiyên efrînî jî dibêjin ku tevî hemû bêderfetiyan jî dê ji bo bicihanîna armancên şehîdan û ji bo ku bi alên serkeftinê vegerin Efrînê, dê li ber xwe bidin.
Ji ber êrîş û dagirkeriya dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê, bi sedhezaran welatiyên Efrînê ji neçarî koçber bûn. Gelemperiya welatiyên Efrînê li kampên ku li kantona Şehbayê hatine avakirin, bi cih bûn. Tevî şert û mercên wan ên giran û bangewaziyên alîkariyê jî rêxistinên navneteweyî xwe li bêdengiyê didin. Ji ber vê yekê jî gelek welatiyên ku di êrîşên dewleta tirk a dagirker de birîndar bûn, bi rewşên nebaş re rû bi rû ne.
Di Kampa Berxwedanê ya li kantona Şehbyê de zêdetirî 742 kon hene. Her wiha di kampê de 2 hezar û 865 welatî dimînin. Kamp li bakurê navçeya Fafînê dikeve û yekem kampe ku li Şehbayê hatiye avakirin. Ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên gel, rêveberiya xweser bi derfetên xwe kamp amade kir û şênî lê bicih kirin. Piştre jî li kampê gelek saziyên wekî Desteya Çand û Hunerê, Yekitiya Ciwanên Rojava, Meclisa Malbatên Şehîdan, desteyên çandinî û tenduristiyê û hwd. Hatin avakirin.
Ji bo zarokan dibistan û park ava kirin
Tevî hemû derfetên kêm jî rêveberiya xweser bi rêya van meclisan xebatên xwe dimeşîne. Her wiha şaredariyê 2 sûkên gelêrî di kampê de ava kirine û ji bo zarokan jî dibistan û park ava kirine. Têkildarî mijarê endamê rêveber ê Kampa Berxwedan Şêxo Îbrahîm anî ziman ku wan di belavkirina alîkariyan de gelek zehmetî kişandin û wiha dom kir: “Ji ber dorpêça li ser herêmê ji çar aliyan ve bi derfetên xwe û bi desteka welatiyên herêma Cizîrê, me alîkarî pêşkêş kir.”
Xebatên tenduristiyê
Xebatên tenduristiyê yên li kampê jî ji hêla Heyva Sor a Kurd ve tê pêşwazîkirin. Lê hinek cureyên nexweşiyan ji ber nebûna alavên pêwîst hêza wan derbas dike. Ji ber vê yekê jî gelek nexweşî di nava kampê de belav dibin. Di rewşên awarte de jî Heyva Sor a Kurd derbasî herêmên cuda dike. Lê ji ber dorpêça ku ji çar aliyan ve li ser herêmê hatiye ferzkirin, hin caran nexweş nikarin derbasî herêmên din bibin. Ji ber vê yekê jî jiyana xwe ji dest didin.
Rêveberiya xweser bi derfetên xwe xizmetê dike
Ji welatiyên Efrînê yên li kampê Hebîb Omer dibêje ku ew jiyana xwe ya komunal bi rêya komun û meclisan di nava kampê de jî didomînin. Omer bi lêv kir ku ji destpêka avakirina kampê heta niha rêveberiya xweser bi hemû derfetên xwe dixebite û wiha dom kir: “Ruxmî şert û mercên dijwar ên jiyanê li kampê û kêm derfetan jî, em ê berxwedana xwe bidomînin û Efrînê rizgar bikin.”
Gel di berxwedanê de bi israre
Ji welatiyên kampê Cemîl Reşîd jî nêrînên xwe wiha tîne ziman: “Ev nêzî 7 mehin em li vir in. Heta niha tu rêxistinên mirovî alîkarî nedaye me. Tenê rêveberiya xweser alîkarî dide. Paşguhkirina rewşa Efrînê, berdewamiya komploya navneteweyî ye. Em bi ruhê berxwedanê yê Avesta û Barînê li ber xwe didin. Heta pêkanînên hemû armancên şehîdên azadiyê û heta ku em di bin alên serkeftinê de vegerin Efrînê, dê berxwedana me bidome.”




