Jinên girtî yên li Girtîgeha Tîpa M ya Baybûrtê bi rêya malbatên xwe bang li Komeleya Mafên Mirovan kir ku ji bo lêkolînkirina binpêkirinên li girtîgehê, di zûtirîn dem de heyetekê bişîne. Girtiyan da zanîn ku rastî zilmeke mezin tên û xwestin ku raya giştî divê mijarê de bi hestiyarî tevbigere.
Jinên girtî yên li Girtîgeha Tîpa M ya Baybûrtê bi rêya malbatên xwe binpêkirinên li girtîgehê vegotin. Girtiyan da zanîn ku binpêkirinên li girtîgehê êdî gihîştine lûtkeyê. Girtiyan diyar kir ku rêveberiya girtîgehê li dijî wan pêkanînên kêfî dikin. Girtiyan da zanîn ku ji bo protestokirina van pêkanîna jî, hefteyek berê ketibûn greva birçîbûnê ya 3 rojan.
Di berdewamê de jî girtiyan got ku wan ji ber zexta rêveberiya girtîgehê nekarîne binpêkirinên li girtîgehê ji parezerên xwe re jî ragihînin. Girtiyan xwest ku di demeke herî nêz de heyeteke ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo lêkolînê biçe girtîgehê. Girtiyan diyar kir ku rastî tundiyeke mezin tên û di hevdîtinên vekirî de jî destûr nayê dayîn ku bi destê malbatên xwe jî bigirin. Girtiyên jin ragihand ku nikarin pêdiviyên xwe yên mirovî pêşwazî bikin û bênavber rastî cezaya hucreya yekkesî yên 15 – 20 rojan heta mehekê tên. Girtiyan bi lêv kir ku xwarin jî bi awayekî sînorkirî ji wan re tê dayîn.
Malbatan bang kir
Di berdewamê de jî girtiyan daxuyand ku ew di qawişan de jî bi tundiya ‘hûn nikarin biaxivin’ re rû bi rû dimînin û beriya hevdîtinan jî rastî van gefan tên. Girtiyan got ku dema derdikevin hewşa girtîgehê gardiyan şîşeyên pet û cam diavêjin wan. Têkildarî mijarê malbatên girtiyan axivîn û ev tişt got: “Hem zarokên me û hem jî em ji rêveberiya girtîgehê dikişînin. Di dema serdanên me de her cure pêkanînên nebaş tînin serê me. Zarokên me jî rastî hemû kiryarên nebaş tên û tiştek ji destê me nayê. Kesek jî tiştekî nake. Hemû girtî gelek zeîf bûne. Binpêkirin di lûtkeyê de ne. Em banga hestiyariyê li raya giştî dikin.”

