Cenazeyê Îbrahîm bi tevlêbûna bi dehhezaran welatiyan li Goristana Nato ya Siwêregê hate oxirkirin. Di merasîma oxirkirinê de dayika Ayhan wiha got: “Erdogan destê min di qirika te de ye. Erdogan bila dil û kezeba te bişewite. Ez ê îro li ser pêya bim.” Her wiha Pervîn Bûldan jî got ku ew îro rêhevalê xwe oxir dikin û got ku dê ala têkoşîna ku Ayhan ji wan re hiştiye, bi serkeftinê tacîdar bikin.
Ji bo oxirkirina cenazeyê parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan ku di berbanga 20’ê îlonê de li Hewlêr a başûrê Kurdistanê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest dabû û anîbûn Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêreg a Rihayê, bi hezaran kes kom bûn. Girseyê piştî ku cenazeyê Ayhan wergirtin, ji bo helaliyê birin mala ku Ayhan lê ji dayik bûye.
Di merasîma cenazeyê Ayhan de tevî hevserokê giştî yên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), endamên Dîwana KCD’ê, hevserokên giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê ku qeyûm li şûna wî hatiye tayînkirin, Ahmet Turk, hevşaredarê Şaredariya Agiriyê ku qeyûm li şûna wî hatiye tayînkirin Sirri Sakik, parlamenterên HDP’ê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, endamên TJA, rêveberên HDP’ê yên Riha, Mêrdîn, Şirnex, Amed, Mêrsîn, Edene, Semsûr û navçeyên wan, nûnerên saziyên civakî, hunermend Ferhat Tunç û bi hezaran kesên din amade bûn. Girseya ku beşdarî merasîmê bûn, bê navber dirûşma ‘Şehîd namirin’ berz kirin.
‘Hevjînê min mirovekî zana bû’
Di dema derxistina cenazeyê Ayhan ji nexweşxaneyê hevjîna wî Rezan Ayhan axivî û ev tişt anî ziman: “Êdî mirov nikare li mala xwe xwarin bixwe. Nikare derkeve ber deriyê mala xwe. Serokwezîr û serokomarekî çawa heye? Kesên çek nexistine destê xwe dibêje ‘propagandaya terorîstan kiriye.’ Terora çi? Ma çi kiribû we li girtîgehê da ber agir. We hewl da bişewitînin. Êdî bes e. Hevjînê min ji vî welatî reviya û xwest biçe rastiyê ji cîhanê re bibêje. Ew mirovekî zana û wek pirtûkekê bû. Felsefevan bû û herkesî jê hez dikir. Ma sûcê me çi bû? Hevjînê min tenê aştî dixwest.”
Dayika Ayhan: Erdogan dê destê min di qirika te de be
Dayika Ayhan, Zekiye Ayhan jî axaftineke kurt kir û wiha got: “Erdogan destê min di qirika te de ye. Erdogan bila dil û kezeba te bişewite. Ez ê îro li ser pêya bim. Îro ji bo Birahîm destê min dê li hewa be. Kurê min ji ber zilma Erdogan çû. Bi şeref û namûsa xwe jiya. Dilê wî ev zilm ranekir.”
‘Em îro şoreşger Îbrahîm Ayhan oxir dikin’
Tevî hemû astengiyên polîsan jî, bi dehhezaran welatiyan cenazeyê Ayhan ber bi Goristana Nato ya Siwêregê ve bir. Piştî rîtûelên olî yên li mizgefta goristanê, girseyê cenaze ber bi gora ku dê lê bê veşartin, bir. Di merasîma cenaze de di serî de Ahmet Turk axivî û anî ziman ku ew şoreşger Îbrahîm Ayhan ber bi rêwitiya dawîn ve oxir dikin û wiha domand: “Ji bo azadiya gelê kurd, têkoşîneke bi rûmet û bi nirx da. Em li ser navê gelê kurd spasiya xwe pêşkêş dikin. Gelê kurd kesên ku ji bo wan têkoşiyane, tu caran ji bîr nake. Em te jî ji bîr nakin. Dê her tim di dilê me de be.”
‘Dê ala têkoşînê bi serkeftinê tacîdar bikin’
Piştre jî Pervîn Buldan axivî û destnîşan kir ku Ayhan şahîdiya hemû zilmên li ser gelê xwe kiriye û wiha pê de çû: “Ayhan ket girtîgehê û rastî îşkenceyê hat. Zilma herî dawî jî sirgûnkirina wî bû. Li dijî zilma li ser gelê xwe, têkoşiya. Rêhevalê me Îbrahîm Ayhan, yek jê mezintirîn têkoşerê aştî û demokrasiyê ye. Bedela ku rêheval Îbrahîm da, bedeleke mezin e. Lê vê pergalê neçar hişt ku welatê xwe biterikîne. Ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nekarî li vir derman jî bibe. Ala ku rêhevalê me Îbrahîm ji me re hiştiye, em ê bi serkeftinê tacîdar bikin.”
‘Lehengê xeyalên min bû’
Herî dawî jî birazaya Ayhan, Fatoş Ayhan axivî û got ku Ayhan weke ferîşteyê başiyê bû. Ayhan bi lêv kir ku Îbrahîm Ayhan her tim li ba kesên rastî zilmê dihatin bû û wiha axivî: “Xwe ji kar û berpirsyariyan paşve nedida. Her tim karên herî zehmet dikir.Têkoşîna kedê ya kedkaran dimeşand û di nav gel de jî her tim weke qasidê aştiyê bû. Li Sûr, Nisêbîn û Pirsusê mertalê parastinê yê sivîlan bû. Dema ku di dibistana seretayî de mamosteyan ji me pirsa ‘kesên ku hûn ji xwe re mînak digirin kî ne?’ dikir, gotina navê te bi tesadûfî nebû. Ez mezin bûm û tu jî bûyî lehengekê gelê xwe. Oxir be ji lehengê xeyalên min re û silav ji têkoşîna te re.”
Piştî axaftinan jî Ayhan hate definkirin. Piştî definkirina cenazeyî, girse ji bo sersaxiyê derbasî Mala Şînê ya Mizgefta Yenîşehîrê. Hat zanîn ku dê şîn 3 rojan bidome. RIHA



