Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî têkildarî perwerdehî û hîndekariya serdema sala 2018-2019’an daxuyaniya nivîskî weşand. Hevserokan di daxuyaniyê de anî ziman ku di serdema nû de dîsa bi gelek pirsgirêken esasî re dest bi perwerdehiyê dikin û got ku bi pergala îktidarê ya perwerdehiyê pirsgirêk kûrtir dibin. Di daxuyaniyê de hevserokan bal kişand ser perwerdeya bi zimanê dayikê û destnîşan kir ku di serî de kurd û hemû nasnameyên cuda ji perwerdeya bi zimanê zikmakî bê par in û xwestin divê ku her kes mil bide hev û ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî, demokratîk, bê pere û zanist têbikoşe.
Sendîkaya Kedkarên Zanistî û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) jî derbarê perwerde û hîndekariya sala nû de li gelek çalakî pêk anîn. Di çalakiyan de hat gotin ku divê perwerdya bi zimanê dayikê, bêpere, demokratîk, zanist, laîk û bi qelîte bê dayîn.

