Îro demsala perwedehiyê destpêkir. Zengilê dibîstanan lê da û zarok bi coşek mezin, dibîstanên bilind jî bi ciwanên kelecanek bilind li ser wan, çûn dibîstanên xwe. Lê di vê demê de jî Kurdî bi astengî û qedexeyên mezin re rû bi rû ye.
Zengilê dibîstanan ji bo hemû zarokên cîhanê ji bo fêrbûnê lê dide lê ji bo Kurdan ji bo pişaftinê lê dide. Her wiha li Turkiyeyê ev pirsgirêka giran bi ferasetek demokratîk ku hemû gelên Turkiyeyê qaneh bike pêk nehatiye. Ji ber ku gelê tevayê Turkiyeyê bi awakî yasayî, serbest û azad nasnameya xwe diyar nakin hejmara gelên Turkiyeyê jî nayên zanîn û ta niha hejmara gelên; Kurd, Laz, Ermenî, Suryanî, Çerkez, Ereb, Ecem, Turk û hwd. nehatiye qeydkirin pêdiviyên wan ên yasayî jî nehatiye destnîşankirin.
Mafê perwerdeya bi zimanê maderî li hemû cîhanê wek mafekî rewa be jî li Turkiyeyê hîna yasayî nîne. Ta kurtedemek berê, di dîbîstanan de bi zarokan; “Ez Turk im…” dihate gotin. Ango hemû zarokên gelên ne Turk, dema biçûna dibîstanê neçar bûn bibêjin; “Ez Turk im…”
Ev rewş ji ber nahatiye çareserkirin û li gor pîvanên Awropa sererastkirin çênebûye, hîna perwerdehiya bi ziamnê maderi pêk nayê û pêdiviyên nasnameyî perwerdehîya ziman nayê çareserkirin encama vê yekê werk pişaftinî derdikeve holê ango, zengil ji bo gelên din ên Turkiyeyê, ji bo pişanftinê lê dide.

