Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdiyê li Yemenê li xwe mikur hat ku di meha borî de otobuseke xwendekaran armanc girtiye û di encamê de bi dehan xwendekar bûn qurbanî.
Piştî zextên navneteweyî li ser Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdiyê ku otobuseke xwendekaran li devera Dehyan a girêdayî Sehda ya Yemenê di 9’ê tebaxê de armanc girtiye û di encamê de 90 kesan jiyana xwe ji dest da û birîndar bûn. Koalîsyon li xwe mikur hat ku ew berpirsyarê vê êrîşa ezmanî ye û soza cezakirina kesên ev şaşitî pêk aniye da.
Ajansa nûçeyan a Siûdiyê li ser navê Koalîsyona Erebî ragihand ku rayedarên hêzên hevbeş ji ber van şaşiyan xemgîniyên xwe anîn ziman û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest.
Koalîsyonê bi daxuyaniyekê wiha got: “Komîteyeke hevbeş dê were avakirin da ku alîkariya dilxwaz bi ziyankarên Yemenê re bikin û dê peywendiyê bi hikûmeta Yemenê re bikin da ku nasnameyên kesên ziyanker diyar bikin û alîkariya wan were kirin. Her wiha dê lêvegera xwe di pîvanên pevçûnan de pêk bîne da ku bûyerên bi vî rengî neyên dubarekirin.
Tîma hevbeş a nirxandina bûyeran ku ji aliyê Koalîsyona Erebî ve hatiye avakirin got ku êrîş li ser agahiyên îstixbaratê pêk hatiye ku otobus rayedarên hûsî vediguhêze. Neteweyên Yekbûyî dê tedbîran 6’ê îlonê digire.

