Birayê girtiyê kurd Ramîn Hisên Penahî, Ehmed Hisên Penahî da zanîn ku rejîma Îranê ji malbata wan re gotiye ku dê Penahî roja sêşemê bê bidarvekirin. Birayê Penahî bang li hemû cîhanê kir ku ji bo pêşîlêgirtina vê cînayetê bikevin nav liv û tevgerê.
Rejîma Îranê dixwaze ku aktîvîstê kurd Ramîn Hisên Penahî (24) bi dar ve bike. Penahî bi cezayê bidarvekirinê tê darizandin, niha li Girtîgeha Navenda Senendîc (Sîne) girtî tê darizandin. Berpirsên Girtîgeha Recayî ya bajarê Tehranê ji malbatê re ragihand ku dê Penahî roja sêşemê bê bidarvekirin.
Têkildarî mijarê birayê Penahî, Ehmed Hisên Penahî li Silêmaniyê daxuyaniyek da û ev tişt destnîşan kirin: “Berpirsên Girtîgeha Recayî ya Tehranê ji me re ragihand ku dê roja sêşema hefteya bê dê Ramîn bi dar ve bikin. Rewşa tenduristiya Ramîn gelek xerab e. Dest bi greva birçîbûnê kiriye.”
Bang li hemû cîhanê kir
Ehmed Hisên Penahî diyar kir ku dosyaya Ramîn bûye dosyaya kurdan û navneteweyî û wiha pê de çû: “Bi darvekirina Ramîn, Îran hemû kurdan bi dar ve dike. Rizgarkirina Ramîn rizgarkirina hemû kurdan û kesên gefa darvekirinê li ser wan e. Ez bang li NY’ê, rêxistinên mafên mirovan, hêz û kesayetên Kurdistanê dikim ku xwedî li Ramîn derkevin.”
Ketibûn kemîna pasdaran
Hêjayî gotinê ye ku Ramîn Hisên Penahî ji Sinê ya rojhilatê Kurdistanê ye û di 23’yê hezîrana 2017’an de bi komeke 4 pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê-Îranê li Sineyê ketin kemîna pasdarên Îranê. Di encamê de 3 pêşmerge şehîd bûn û Ramîn Hisên Penahî jî bi birîndarî hate girtin. Rejîma Îranê jî cezayê bidarvekirinê li Penahî birî.
Dayika Penahî name ji Konseya YE’yê re şand
Ji bo xerabkirina biryara bidarvekirina Penahî ji bajarên Ewropayê heta gelek deverên din ên cîhanê çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin. Her wiha kampanyayên îmzeyê hatin destpêkirin û bi dehhezaran kesan ji bo betalkirina vê biryarê kampanya îmzeyê kir. Dayika Penahî ji Konseya Yekitiya Ewropayê re nameyek şand. Di heman mijarê de li parlamentoya Îranê jî 32 siyasetmedar û parlamanteran nameyek îmze kir û ji dadgeha Îranê re şand.
Hemû bangewaziyan bê bersiv hiştin
Her wiha 24 rêxistinên sivîl û saziyên Mafên Mirovan bi belavkirina belavokan bal kişand ser rewşa Penahî. Rêxistina Mafên Mirovan (Human Rights Watch), Rêxistina Efûya Navneteweyî (Amnesty International) û bi dehan rêxistinên din ên navneteweyî heman daxwaz pêşkêşî rayedarên hikûmeta Îranê kir. Di 2’yê gulana 2018’an de jî rejîma Îranê ji bo darvekirina Ramîn, xistin girtîgeha yek kesî. Li ser vê yekê jî xwarziya Ramîn, Niştiman dawî li jiyana xwe anî.
Biryara bidarvekirinê ragihandin
Tevî hemû bertekan jî rejîma Îranê cezayê darvekirinê li Ramîn birî. Hikûmeta Îranê dixwaze bi awayekî ne fermî cezayê darvekirinê bicih bîne û dixwaze rayedarên hikûmetê vê yekê bike. Herî dawî rayedarên hikûmeta Îranê ji malbata Ramîn Hisên Penahî re ragihand ku dê roja sêşemê were darvekirin.

