Şandeya hevbeş a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) wê roja Înê biçe Bexda.
Li mala Cîgirê Serokê Giştî yê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî ya li Hewlêrê vê êvarê şandeyên YNK’ê û PDK’ê lihev civiyan. Piştî civînê Berdevkê YNK’ê Seedî Ehmed Pîre û Berdevkê PDK’ê Mehmûd Mihemed daxuyanî dan.
Berdevkê YNK’ê Seedî Ehmed Pîre diyar kir ku wê roja Înê şandeya hevbeş a YNK û PDK’ê biçe Bexda û li gel, komên Saîrun, Nesir, Hîkme û Weteniye bicive.
Berdevkê PDK’ê Mehmûd Mihemed jî eşkere kir ku ji bo guftûgokirina li ser projeya li gel YNK’ê ji bo Bexda amade kirine, deriyê wan vekiriye.
Têkildarî hilbijartinên Herêma Kurdistanê jî YNK û PDK’ê diyar kirin ku heta niha 30’ê Îlonê dema hilbijartinê ye.
Wê serdana şandeya hevbeş a YNK û PDK’ê ji bo guftûgokirina avakirina hikûmeta nû ya Iraqê be.
Duh şandeya hevbeş a komên Saîrun, Nesir, Hîkme û Weteniye serdana Hewlêrê kirin û bi YNK, PDK û Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re civiyan.
Niha koalîsyona Saîrun bi serokatiya Muqteda Sadir, Koalîsyona Nesir bi serokatiya Heyder Ebadî, Hîkme bi serokatiya Emar Hekîm û Weteniye jî bi serokatiya Eyad Elawî hewl didin li hemberî Lîsteya Dewleta Yasa ya Nurî Malikî û Koalîsyona Fetih a Hadî Amrî koma herî mezin ava bikin.


