Şewata li Dêrsimê dikeve roja 18’an. Heta niha qadeke zêdetirî hezar hektaran ji daristanên Dêrsimê şewitî. Jinên dilxwaz ên ji bo vemirandina şewatê çûn herêmê bertek nîşanî dewletê dan û bang li hemû kesî kirin ku ji bo vemirandina şewatê bikevin nava liv û tevgerê.
Di encama bombebaran û topbarana artêşa tirk a 18 roj berê ya li Dêrsimê de li herêmên Alîbogazi ya navçeya Xozat a Dêrsimê şewateke mezin derket. Ji ber hincetên ‘herêmên qedexe’ ya Walîtiya Dêrsimê, welatiyan nekarîn mûdaxaleyî şewatê bikin. Ji ber vê yekê jî şewat di demekê kin de li gundên Degîrmendere, Zogar, Zenge, Koçerî, Bozan, Koskozulca û Dundulê berfireh bû. Di encamê de jî qadeke daristanê ya zêdetirî hezar hektar bi temamî şewitî û ev şewat her ku diçe berfirehtir dibe.
Bi belavbûna şewatê re jî welatiyên dilxwaz ji bo vemirandina şewatê ketin nava liv û tevgerê. Yekîneyên dilxwaz tevî astengkirina qereqolê jî hewl didin ku şewatên li herêma Çemê Balî, Mezraya Balî, Gundê Muşkirekê, Çiyayê Bakirê û Geliyê Çirtikê vemirînin. Lê ji ber ku hêjmara wan kême û alavên temirandinê têra nake, nikarin şewata daristanê vemirînin. Jinên Dildar ên hatin herêma şewatê ji nûçegihanên MA’yê bi Semra Turan re axivîn. Jinên dilxwaz bertekên xwe anîn ziman.
Welatî tên astengkirin
Yek ji xwendekarên zanîngehê Tîjda Kiliç anî ziman ku li dijî çiyayên Dêrsimê polîtîkayeke dijminane tê meşandin û wiha domand: “Bi rojan e çiyayên me dişewitin. Lê tu kes mudaxale nake. Dilxwazên ku dixwazin şewatê vemirînin jî tên astengkirin. Yên me asteng dikin dijminê xweza, ax û darên me ne. Ew her çend bişewitînin jî em dê dîsa jîn û şîn bikin. Ew daristanên me bişewitînin, em ê dîsa biçînin. Armanca wan ew e ku Dêrsîmê bê mirov bihêlin.”
‘Bi xwedîderketinê dikare hewldan vala bê derxistin’
Ji şêniyên gundê Muşkirekê Birgul Zeytîn jî got ku xweza û çiyayên wan çavkaniya jiyana wanin û wiha pê de çû: “Tu kes nikare ji şewitandina xwezayê re sûd wergire. Zirarê wê heye lê faydeyê wî nîne. Daristanên Dêrsimê her sal tên şewitandin. Bi xwedîderketina daristanên xwe re em dikarin vê hewldana dewletê vala derxînin. Divê hemû xwezahez û gel li dijî tunekirina xwezayê dengê xwe bilind bikin.”
Bang li waliyê Dêrsimê kir
Ji jinên dilxwaz Nilûfer Akdag jî bertekên xwe wiha nîşandan: “Dewlet bi zanebûn daristanên Dêrsimê dişewitîne. Walî diyar dike ku li Dêrsîmê şewata daristanan nîne. Wê demê bila bê vir û lê binêre. Em bang li walî dikin ku bê vir û lêkolînan bike. Ne tenê dar, hemû zindiyên di nava daristanê de jî dişewitin. Ez bang li hemû dixwazan dikim ku ji bo vemirandina şewata li Dêrsimê bikevin nava liv û tevgerê.”

