Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad, li welatê xwe ji bo şervanên tevlî pevçûnên çekdarî bûne biryarnameya efûyê îmze kir.
Wezîrê Hawîrdor û Bajarvaniyê Huseyîn Mahlûf, biryara efûyê ya Beşar Esad diyar kir.
Mahlûf, “Prosedura Efûyê, xwedî taybetmendiyekî ye û kesên ji ber sedemên cur be cur di derheqê wan de biryara lêgerînê heye jî di nav de, ji bo hemû hemwelatiyên Sûriyeyî yên tevlî şerên çekdarî bûne, li gor asta tevlîbûna wan a şer diguhere.” got.
Wezîr diyar kir ku; ji bo di demek kurt de aştî li Sûriyeyê pêk were Esad, ji bo hemwelatiyên qategoriyên wan cuda, çend biryarname îmze kirine.
Mahlûf, diyar kir ku penaberên vegerin Sûriyeyê, ewê leşkeriya wan bi qasî salekî bê bi paş xistin, ev yek wek mafekî ji bo wan hatiye destnîşankirin.

