Tevgera Talîbanê baregeheke leşkerî ya li bakurê Afganistanê bi dest xist. Herî kêm 14 leşker mirin û aqûbeta bi dehan leşkeran ne diyar e.
Berdevkê leşkerî yê wîlayeta bakur a Afganistanê Mûhammed Hanîf Reza diyar kir ku di encama şerekî giran ê çend rojan de Talîbanê baregeha Şenaya ya li navçeya Gormaç a li eyaleta Feryabê bi dest xist.
Hate ragihandin li baregeha ku şer lê qewimî herî kêm 100 leşker hebûne. Berdevk got, “Trajediyek e ku baregeh ketiye destê dijminan. Hin leşker hatine kuştin, hinek jî dîl hatine girtin. Hinek ji wan jî reviyane ser girên li derdorê.”
Rayedarekî herêmê Haşim Otak jî got ku 14 leşker hatine kuştin, nêzî 40 leşker dîl hatine girtin.Talîbanê li bajarê Gaznî yê li rojhilatê Afganistanê bi des xistibû. Şerê hîn berdewam e.

