Wezareta Parastinê ya Îranê moşeka xwe ya nû ya menzîlkin da nasîn. Danasîna moşeka nû ya bi navê “Fateh Mobîn” di ajansa nûçeyan a Tasnîmê de hate weşandin ku ev ajans nêzî muxafazakaran e. Li gorî ajansê, general Amîr Hatamî wiha gotiye: “Çawa ku me soz daye gelê xwe yê hêja, ji bo xurtkirina kapasîteya xwe ya moşekên balîstîk em ê her hewl didin.”
Wezîrê Parastinê ji bo cureya nû ya Fateh Mobîn ev tişt anî ziman: “Ji sedî sed malê welat e, çust e, veşartî ye, xwedî taktîk e û berê xwe dide hedefa xwe. Pê piştrast bin; zext û şerê psîkolojîk ê li dijî neteweya Îranê ya mezin çiqasî zêde bibe, wê îradeya me ji bo xurtkirina kapasîteya parastinê ya li her qadê jî xurtir bibe.”
Bernameya moşekên balîstîk ên Îranê her tim di rojeva welatên rojavayî bi taybetî DYA’yê de ye. Rêveberiya Tehranê jî îdia dike ku kapasîteya wan a parastinê ji bo aramiya herêmê gelekî girîng e.

