“Idlîb li ser sêleke germ e û opozîsyon radestkirina çekên xwe red dike; HSD’ê xeta sînorê di navbera Sûriye û Iraqê de bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir û bi vê yekê riya çeteyên DAIŞ’ê ya ji Sûriyeyê ber bi Iraqê ve birî; DAIŞ’ê rehîneyekî ku ji Siwêda revandibû kuşt da ku zextê bike û çeteyên ku li Geliyê Yermûk hatine dorpêçkirin ber bi çolistana Sûriyeyê ve bêne veguhestin; Tevgera Hemas hewl dide hevpeymanekê bi Îsraîlê re der barê Gazzeyê de pêk bîne.” Ev mijar di rojnameyên erebî de deketine pêş.
Girêdayî rewş û aloziya Idlîbê rojnameya El Qusdis El Erebî bi manşêteke xwe wiha derket: “Idlîb li ser sêleke germ e û opozîsyon radestkirina çekên xwe red dike”. Rojnameyê diyar kir tevî ku Idlîb yek ji herêmên kêmpevçûn e ku di Astana 4 de hatiye îmzekirin û bêhtirî 12 xalên çavdêriyê yên Tirkiyeyê li vir hatine avakirin, lê êrîşên rejîm û Rûsyayê berdewam in.
Rêjîm amadekariya şer dike
Girêdayî mijarên Sûriyeyê rojnameyan behsa amadekariyên rêjîmê yên leşkerî li Idlîbê kir. Di vê çarçoveyê de rojnameya El Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: “Şam amadekariya şerekî li rojavayê Idlîbê dike. Girêdayî çarenûsa El Nusra gengeşî dijwar bûne”.
Rojnameyê diyar kir ku hêzên rêjîmê li sêgoşeya Deşta Xab Cisir Şixor û çiyayên Laziqiyê ya rojavayê Idlîbê belav dibin. Rejîm hewl dide ku serweriya vê deverê bike û korîdoreke bi ewle li vir vebike. Di heman demê de topbaran li dijî deverên din jî tên kirin.

