Hejmara welatiyên ku di erdheja li Girava Lombok a Endonezyayê jiyana xwe ji dest dane, her ku diçe zêdetir dibe. Li gorî agahiyên dawî hejmara welatiyên ku jiyana xwe ji dest dane derket 436 kesan û hezar û 300 kes jî birîndar bûne.
Di 5’ê tebaxê de li Girava Lombok ê Endonezyayê bi pileya 6.9’an erdhejek pêk hatibû. Di encama erdhejê de bi sedan xanî xerabûn û bi dehhezaran welatî jî ji bo cihên cuda hatin veguhestin. Roj bi roj bi pêşveçûna xebatên lêgerînê re jî daneyên ku bîlançoya erdhejê girantir dikin, derdikevin. Li gorî agahiyên dawî, hejmara welatiyên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane derketiye 436 kesan.
Li gorî agahiyên ji Endonezyayê, hîn gelek cenaze di bin xirabeyan de mane û gelek cenaze jî tên derxistin. Têkildarî mijarê berdevkê Ajansa Neteweyî ya Felaketê Sûtopo Pûrwo Nûgroho anî ziman ku tîmên lêgerîn û rizgarkirinê hîn jî hewl didin ku mirovên di binê xirabeyên avahiyan de mane derxînin.
Bi sedhezaran kes bê mal man
Nûgroho da zanîn ku hejmara mirovên ku jiyana xwe ji dest dane bûye 436 kes. Beriya niha jî hejmara welatiyên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, weke 387 kes hatibûn destnîşankirin. Li gorî bîlançoya fermî, di encama erdhejê de zêdetirî 1.300 kes birîndar bûne û 353 hezar kes jî ji cih û warê xwe bûne.
Alîkarî lazim e
Piraniya mirovên ku ji neçarî ji malên xwe derketine, li ber malên xwe yên hilweşiyayî kon vedane. Gelek kes bê mal mane. Bi sê helîkopterên artêşê xwarin ji gelek deveran re hat birin. Li van deveran pêwîstiya mirovan bi ava vexwarinê, xwarinê, derman û betaniyan hene. CAKARTA

