Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay rewşa girtiyê nexweş Şakir Akkûrt ê li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê tê girtin û di nav salekê de 3 caran sewqî girtîgehên cuda hat kirin, bir meclisê. Gunay têkildarî tenduristiya Akkûrt pirsname da Wezareta Dadê Abdûlhatmît Gul.
Gunay di pirsnameyê da wiha got: “Girtiyê nexweş Şakir Akkûrt niha li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê dimîne û 25 sal e di girtîgehê de ye. Malbata wî der barê pirsgirêkên tenduristiya wî de ez agahdar kirim. Di girtîgehê de Akkurt bi gelek nexweşiyan dikeve û ji ber nayê derman kirin, êşên wî zêde bûne û nexweşiyên wî giran bûne. Ji ber enfeksiyona çavan, çavên Akkûrt bixwîn bûne û nayê derman kirin. Ev jî dibe sedem ku êşên Akkûrt zêdetir bibin. Di sala dawî de Akkûrt sewqî girtîgehên Kandira, Bandirma û Akhîsarê tên kirin. Ev teqez nayê qebûl kirin. Ji ber ku ne pêkan e girtiyek di bin van şert û mercandan bê dermankirin.”
Her wiha Guney di dawiya pirsnameyê de çend pirsên der barê rewşa Akkûrt de, ji wezîr Gul pirsîn.

