Ji bo pirsîna aqûbeta windayan û darizandina kujeran, Dayikên Şemiyê ev 698 hefte ne li Qada Galatasaray a Stenbolê çalakiyê li dar dixin. Bi boneya nêzbûna hefteya 700’emîn jî bi belavokan gel hat vexwendin. Dayikan got ku 700 hefte derbas bibin jî wan hêviyên xwe winda nekirine.
Dayikên Şemiyê ji sala 1995’an heta niha ji bo aqûbeta windayên xwe bipirsin û kujer bên darizandin, her hefteyê li Qada Galatasarayê bi dirûşma ‘Kujer diyarin winda li ku ne?’ çalakiya xwe li dar dixin. Di çalakiyê de her hefte aqûbeta windayekî/ê tê pirsîn. Her wiha di çalakiyê de wêneyên kesên ku hatine windakirin tên vekirin.
Niha jî ji bo hefteya 700’emîn a çalakiyê, Dayikên Şemiyê amadekariyên xwe dikin. Di vê çarçoveyê de bi dirûşma ‘Di hefteya 700’î de tu jî were Qada Galatasarayê’ bang li hemû welatiyan hat kirin. Di afîşên vexwendina çalakiya 700’emîn a Dayikên Şemiyê de gotinên weke ‘700 hefte derbas bû’, ‘berxwedana min kêm nebû’, ‘qurnefîla min neçilmisî’, ‘bendewariya min neqediya’, ‘bêrîkirina min kêm nebû’, ‘hêviya min têk neçû’ û ‘baweriya min winda nebû’ hatibûn nivîsandin.
Hat zanîn ku dê bi wesîleya hefteya 700’emîn, di heman demê de dê sînevîzyoneke bi qasî sê deqîqeyan bê pêşkeşkirin.

