Li Silêmaniyê bi boneya Roja Gelan a Resen bi şîara ‘Aştî û bi hev re jiyan’ festîvala pêkhateyan hate lidarxistin.
Li Parka Azadî ya Silêmaniyê Tora Pêkhateyên Kurdistanê bi boneya Roja Gelan a Resen bi şîara ‘Aştî û bi hev re jiyan’ festîvala pêkhateyan organîze kir. Bi sedan kes beşdarî festîvalê bûn.
Festîvalê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir. Piştre meşaleya agir ji aliyê nûnerên pêkhateyên Kurdistanê ve hat pêxistin.
Serokê Tora Pêkhateyên Kurdistanê Newzad Polis axivî û got; “Em ji hikûmet û parlementoya Herêmê daxwaz dikin ku mafê gelên resen yên Kurdistanê bêparastin. Mafê pêkhateyên Kurdistanê bêparastin. Çawa ku li Parlamentoye Herêmê kota ji bo Tirkmen û Mesîhiyan heye ji bo Êzidî, Zerdeştî û Yarsaniyan jî hebe.”
Piştre Waliyê Silêmaniye Heval Ebubekir axivî û got: “Divê em hevdu weke ol û pêkhate hevdu bipejirînin. JI bo ku em bihêztir bibin, rêz ji hevdure bigirin. Bi vê hêzê em Kurdistanê ber bi pêşve bibin. Rêz ji çand, dîroka hevdu re bigrin, bi yek armanc û yekdest ji bo Kurdsitanê re têkoşîn bikîn.”
Herwiha di festîvalê de muzik û govenda pêkhateyan jî hate pêşkêş kirin.








