Der barê fermana 73’yan a li ser êzidiyan jinên êzidî yên ku li Wargeha Newrozê ya Dêrika Herêma Cizîrê dimînin axivîn û gotin ku ew li ber xwe didin û dê li ber xwe jî bidin.
Jina bi navê Neham Elyas anî ziman ku dema navê Şengalê tê gotin êşa wan a wê rojê teze dibe û wiha got: “Em ê tu carî êşa xwe û xayintiya ku li me hat kirin ji bîr nekin. Em serî natewînin. Em ê her rûmeta xwe li dijî dagirkeran biparêzin.”
Jina bi navê Kinê Xelîl jî ev tişt vegot: “Di fermana Şengalê de gelek jin hatin revandin, kuştin, îşkencekirin û firotin. Em ê tu carî vê yekê ji bîr nekin û ji bo fermanên nû dubare nebin em ê li ber xwe bidin. Di şexsê jinên êzidî de xwestin ku rûmeta hemû jinên cîhanê bişikînin. Lê em ê planên qirêj ên dagirkeran vala derxînin.”

