Binpêkirinên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê berdewam in. Ji bo şopandina van binpêkirinan, endamên Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Amedê bi girtiyên Girtîgeha Osmaniyeyê re hevdîtin kir. Komîsyonê da zanîn ku girtî rastî îşkence, lêdanê û cezayên hucreyê tên.
Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Amedê çû Girtîgeha Osmaniyeyê û bi girtiyan re hevdîtin pêk anî. Baroya Amedê der barê hevdîtina bi girtiyên li Osmaniyeyê re li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de endam û rêveberên baroyê amade bûn. Daxuyanî ji hêla parêzer Yûsûf Çakal ve hate xwendin. Çakal diyar kir ku ew li ser daxwaza malbatên girtiyan çûne Osmaniyeyê û bi girtiyan re hevdîtîn pêk anîne. Çakal got ku ew ê çavdêrî û beyanên girtiyan vebêjin.
Di serî de Yûsûf Çakal da zanîn ku dema ku ji girtîgehê derketin, rêveberiya girtîgehê xwestiye ku dest deyne ser girtekên hevdîtinên bi girtiyan re. Çakal diyar kir ku wan bi 8 girtiyan re hevdîtin pêk anîne û wiha domand: “Hevdîtina me bi kamerayê dihat şopandin. Du karmendên girtîgehê jî hevdîtina me dişopand. Karmendên înfazê yên girtîgehê girtek û nîşeyên me lêkolîn kirin û xwestin dest deynin ser. Me bi girtiyekî re hevdîn kir û me xwest girtekê îmze bike. Lê karmendên girtîgehê bi hinceta OHAL û KHK’ê, destûr nedan ku girtî girtekê îmze bikin.”
15 heta 20 kesan êrîşî girtiyê nexweş kir
Di berdewamê de jî Çakal got ku di bedena girtiyê bi navê Abdulkadîr Barbars de werimandin û reşbûn hebû û wiha ev agahî parve kirin: “Ji sê mehan zêdetir e girtî Abdulkadîr Barbars di hucreya yek kesî de bêyî ku tu hincet bê nîşandan, tê ragirtin. Ev girtî rastî gefên girtiyên edlî yên li kêleka wî ne, tê. Di vî warî de her tim serî li îdareyê dide. Herî dawî jî di 19’ê tîrmehê de rewş ji Midûriyeta Girtîgehê re vegotiye. Lê komeke ku ji 15-20 karmendên girtîgehê pêk tê, êrîşî girtî kiriye. Di encamê de jî dest û lingên wî kelepçe kirine û derp kirine. Li gel ku dizanin ji dilê xwe nerehet e jî, li dilê wî xistine. Nehiştine ku nefesê bistîne. Me li gel wî hevdîtin kir û di dest û lingê wî de şopa kelepçeyê hebû û ev şop bûne birîn. Di qirika wî de jî şopên îşkenceyê hene. Li her deverên laşê wî werimandin, reşbûn, şînbûn û şopa derpkirinê hebûn. Girtiyên din ên ku li heman girtîgehê dimînin ragihandin ku dengê kêliya îşkenceya ku li Abdulkadîr Baybars kirine ji qawîşên wan jî hatiye bihîstin.”
Rastî heqaretên bijîşkan tên
Parêzer Yûsûf Çakal bal kişand ser helwesta bijîşkan a li dijî girtiyan û wiha got: “Mehmet Faruk Engîn ê girtî, gava diçe revîrê rastî helwesta bijîşkan a ‘hûn sûcdarin, hûn heq dikin’ tê. Girtî rastî heqaretên wiha tên û nayên muayenekirin. Di heman demê de girtiyê bi navê Akar Îkbal jî, ji milê xwe acize û nikare milê xwe bilivîne. Hindik maye ku milê wî felç bibe. Ev du salin nayê dermankirin.”
Hejmartina li ser piyan ferz dikin
Daxuyanî bi van agahiyan bi dawî bû: “Ji ber ku girtiyan hejmartina li ser piyan qebûl nekirine, rastî cezayên kêfî yên disîplînê tên. Hemû girtiyên ku me bi wan re hevdîtin kirin dibêjin ku rastî ferzkirina hejmartina li ser piyan hatine. Ev demek dirêje li girtîgehê aktîvîteyên civakî nayên kirin. Rojname û kovarên ku girtî dixwazin nadin wan. Tu pirtûkan nadin girtiyan. Bi awayekî kêfî dest datînin ser nameyên girtiyan. Girtî tim rastî cezayên disîplînê yên kêfî tên. Em bang li Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a TBMM û Wezareta Dadê dikin ku erka xwe bi cih bînin û demildest der barê girtîgehê de lêpirsînekê îdarî û edlî bidin destpêkirin.”

