Wezareta Karê Derve yê DYA’yê, daxwaza serbestberdana rahîp Andrew Brûnson ku li Turkiyeyê di girtîgeha malê de tê girtin dubare kir.
Berdevkê wezaretê Heather Nauert, di brîfînga çapemeniyê ya rojane de dema pirsekî bersivand, bibîr xist ku Alîgirê Serok Mîke Pence, çend roj berê li hember hikûmeta Turkiyeyê qala mueyîdeyên “Pir Rasteqîn” kiribû.
Neaurt da xuyan ku di vê mijarê de wek hikûmeta DYA’yê, bi hikûmeta Turkiyeyê re gelek caran hevdîtin pêk anine û di derheqê mueyîdeyan de ew niha nikare texmînek bibêje.

