Di 26’ê tîrmehê de di navbera nûnerên MSD’ê û rejîma Sûriyeyê de li Şamê çend hevdîtin pêk hatibûn. Têkildarî mijarê MSD’ê daxuyaniyek da û da zanîn ku ji bo pêşxistina danûstandinan, li ser hemû astan komîte avakirine. Der barê mijarê de Salih Muslim jî got ku armanca van hevdîtinan, zelalkirina helwesta her du aliyan e.
Di 26’ê tîrmehê de heyeteke ku ji rêveberên Meclisa Sûriyeyê Demokratîk (MSD) û bakurê Sûriyeyê pêk dihat, ji bo hevdîtinên bi rejîma Sûriyeyê re derbasî Şamê bûbû. Têkildarî hevdîtinan jî Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) daxuyaniyek da û diyar kir ku di encama hevdîtina di navbera wan û hikûmeta Sûriyeyê de biryar hatiye wergirtin ku ji bo pêşxistina diyalog û danûstandinan li ser hemû astan komîte bên avakirin. Der barê mijarê de Berpirsê Komîteya Têkiliyên Derve yê TEV-DEM’ê Salih Muslim jî anî ziman ku yek armanca van hevdîtinan, ceribandina nêzikatiya her du aliyan ên çareseriyê ne.
Têkildarî mijarê MSD’ê daxuyaniyek weşand. MSD’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku li ser daxwaza hikûmeta Sûriyeyê, di 26’ê tîrmeha 2018’an de di navbera şandeyeke ji MSD’ê û hikûmeta Sûriyeyê de li Şamê hevdîtin pêk hatine. MSD’ê destnîşan kir ku armanca wan ew bû ku ji bo çareseriya li Sûriyeyê diyalog bên destpêkirin û berfirehkirin.
Komîte hatin avakirin
Di berdewama daxuyaniyê de jî MSD’ê ev agahî parve kirin: “Beriya van hevdîtinan, li bajarê Tebqayê di navbera komîteyên biçûk ên her du aliyan de hevdîtin pêk hatibûn. Di van hevdîtinan de jî mijarên xizmetguzariyê hatibûn nîqaşkirin. Di encama hevdîtinên li Şamê de jî biryar hat wergirtin ku li ser hemû astan komîte bên avakirin. Bi vê re jî rêya diyalog û danûstandinan bê pêşxistin û dawî li şîdet û şerê li Sûriyeyê bînin. Her wiha ji bo destnîşankirina nexşerêyekê ku rê li ber Sûriyeyeke demokatîk û nenavendî bê vekirin.”
Hevdîtin ji bo zelalkirina helwestê ne
Salih Muslim jî der barê xalên sereke yên siyasî û leşkerî û danûstandinan de ku Sûriye di van demên dawîn de tê re derbas dibe, civîneke çapemeniyê li dar xist. Muslim anî ziman ku danûstandinên di navbera hikûmeta Sûriyeyê û MSD’ê de, tenê di çarçoveya nîqaşan de ye. Di navbera nîqaş û dansûtandinan de ferq û cudahiyeke mezin heye. Ji bo her du aliyan jî wateya vê civînê, tenê zelalkirina helwestê ye.”
‘Em ji mercên xwe danakevin’
Muslim destnîşan kir ku MSD û nûnerên bakurê Sûriyeyê ji her danûstandineke girêdayî berjewendiya gelên Sûriye û bakurê Sûriyeyê re amade ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çi li Şamê be û çi jî li Qamişloyê be, armanca me guhertina rê ya ber bi rastiyê ve ye. Ger danûstandin bên destpêkirin, şert û mercên me hene. Gelê me ji bo tunekirina terorê bedelên mezin daye. Bi vê re jî rêveberiyên xwe yên xweser ava kiriye. Tu carî em ji mercên xwe danakevin.”

