Wezîrê Karê Pergala Kamûyê û Parastina Hemwelatiyan yê Yewnan Nîkos Kostas, diyar kir ew wisa difikirin ku şewata nêzî bajarêAntînayê bi qestî hatiye pêxistin. Dane û zanînên di dest me de wisa nîşan didin.
Nîkos Kostas diyar kir ku di vî warî de “daneyên girîng” hene, got ku di derheqê şewatê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Di şewata roja duşembê pêketibû de xisarên pir giran derketibûn û 83 kesî jiyana xwse ji dest dabû.
Tîmên Rizgarkirinê roja pêncşemê li peravên navçeya Matiyê de termên mirovan dîtibûn.
Dermankirina 60 birîndarî li nexweşxaneyan didome. Dermankirina van nexweşan 11 jê di beşa lezgîn de didome. Bi dehan kes hîna wenda ne.

