Di hefteya 695’emîn de Dayikên Şemiyê û Mirovên Şemiyê li qada Galatasarayê aqûbeta rojnameger Ferhat Tepe pirsîn. Di çalakiyê de bavê Tepe, Îshak Tepe axivî da zanîn ku kurê wî û biraziyê wî hatin qetilkirin lê dewletê der barê wî de doz vekiriye. Dayika Tepe, Zubeyde Tepe jî got ku ev 25 sal e di hundirê wê de birîn heye.
Dayikên Şemiyê, ji bo ku li aqûbeta windayan bipirsin di hefteya 695’emîn de li Qada Galatasaray a Stenbolê kom bûn. Çalakgeran pankarta ‘Kujer diyar in winda li ku ne?’ û wêneyên windayan vekirin. Xizmên windayan, malbata Ferhat Tepe, parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît, parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu û gelek Mirovên Şemiyê beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de ji bo nûçegihanê Ozgur Gundemê Ferhat Tepe yê ku di 28’ê tîrmeha 1993’yan de hat binçavkirin û di bin çavan de bi îşkenceyê hate qetilkirin, edalet hat xwestin.
Di çalakiyê de bavê Ferhat Tepe Îshak Tepe axivî û wiha got: “Kurê min 25 sal berê hate windakirin. Lê hîn jî birîna me pir teze ye. Kesên kurê min winda kirin, di nav dewletê de tên girtin. Me navê hemû kesên berpirs yek bi yek parve kirin. Yek ji van jî tuggeneral Taha Korkmaz ê li Tugaya Tetwanê cih digirt bû. Korkmaz hê jî ji derve ye û li Stenbolê rûdinê. Wê demê serdar Cem Ersever hebû. Yek ji damezirînerên JÎTEM’ê bû. Me ji bo van kesan serî li Wezareta Dadê da. Lê tevî vê yekê jî ji me re gotin ‘rêxistinek wisa tune ye.’”
Kur û birazî kuştin doz li bav vekirin!
Tepe diyar kir ku niha dewletê bixwe der barê wê rêxistinê de lêpirsîn daye destpêkirin û wiha domand: “Ji ber ku destê dewletê di van cînayetan de heye, lêkolînê nake. Pismamê Ferhat jî bi heman awayî dest bi xebata rojnamegeriyê kir. Li şûna kurê min nûçegihantî kir. Di pirtûka bi navê ‘Ferhat’ de gotibû ku ‘ez ê pênûsa te li erdê nehêlim.’ Sadettîn jî di sala 1995’an de li qereqola Bedlîsê hate qetilkirin. Der barê wan polîs û midûrên polîsan de jî tu lêpirsîn nehatin destpêkirin. Gelo dê baweriya me çawa bi dewletê bê? Ji ber ku min aqûbeta zarokê xwe pirsî û min got berpirs dewlet e, der barê min de doz vekirin. Lê kujer hîn tên parastin.”
‘Di hundirê min de birîna 25 salan heye’
Dayika Ferhet Tepe, Zubeyde Tepe jî diyar kir ku êşa wê hîn wek roja destpêkê ye û ev tişt anîn ziman: “Ez bang li wan kesên ku em mehkûmî van qadan kirin dikim, di hûndirê min de birîna 25 salan a bi xwîn, heye. Ne roj û ne jî şeva min heye. Ji çapemeniyê re dibêjim, gelo ma hûn ji bêdengiya xwe şerm nakin? Ez dixwazim ku kujerên kurê min bên darizandin.”
Dê dev ji lêgerîna edaletê bernedin
Piştî axaftinên malbatê, daxuyanî hat xwendin. Daxuyanî ji hêla endamên Mirovên Şemiyê Sebla Arcan ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hemû serlêdanên malbatê bêyî ku hincetek bê nîşandan, hatine redkirin. Arcan got ku ew dê tu carî hinceta derbasbûna demê qebûl nekin û dê lêgerîna xwe ya ji bo edaleta bo Ferhat Tepe bidomînin.”

